HDP û KCD: Leşker bi qestî daristanan dişewitînin

Heyeta ku çûbû lêkolîna şewata daristanan a ku artêşa Tirk li Amedê pêk anîbû, diyar kir ku gundiyan gotine bombeyên qazanê hatiye avêtin. Heyetê got ku, “Em ê gelê xwe tenê nehêlin.”

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllarî yê ku ji ber şewitandina daristanên li Pasûr û Farqînê çûbû qadê diyar kir ku tefandina agir hatiye astengkirin.

Heyeta HDP û KCD’ê piştî lêkolînkirina şewitandina daristanên li navçeyên Pasûr, Hezro û Licê ya di 28’ê Tîrmehê de ya ku ji ber operasyona artêşa Tirk pêk hatiye, îro daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya bajêr a HDP’ê hate dayîn û enda, rêveber û parlementên HDP’ê yên Amedê û rêveberên KCD’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

‘GUNDIYAN DIYAR KIRIN KU BOMBEYÊN QAZANÊ HATIYE AVÊTIN’

Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari got ku, “Ji Dersimê heta Amedê ji ber bombebaranê şewatên micid derdikevin. Hat gotin ku Rewşa Awarte rabûye, lê di rastiyê de tenê navê wê hatiye rakirin. Roja ku hat gotin Rewşa Awarte rabûye ve şewatên daristanan li Kurdistanê dest pê kirin. Em çûn Pasûr û Licê û me lêkolîn kir. Piştî bombebaranan şewat derketine û ji ber qedexeya derketina derve gundiyan nikaribûye mudaxale bikin. Şewatên li herêma Eskar û Dorşînê yên Pasûrê hatine vemirandin. Gundiyan diyar kirin ku bombeyên qazanê hatiye avêtin û ji ber van bombeyan agir bi herêmê ketiye. Gundiyên ji gundên Kerwas ve Helhelê yên Licê ragihandin ku ji ber bombebaranê şewat derketiye û li qadeke berfireh berbelav bûye. Li vê derê me bi gundiyan re bi agir vemirand. Lê hê jî li herêmê talûke heye.”

Farisogûllari da zanîn ku ji pêkanînên ku bi salan hatine ceribandin tiştek dernayê û got ku divê dewlet ji vê yekê fem bike û dev ji van rêbazan berde. Farisogûllari di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman û axaftina xwe bi dawî kir: “Hewldanên me ji bo seranserê Tirkiyeyê pêşxistina çareseriyê ye. Di nêzikbûna rayedarên hikumetê de ji ber dijminahiya wan a li hemberî gelê Kurd, pêkanînên ku dibin sedemê mirina mirovan hene. Em bang li rayedarên hikumetê dikin. Em vê nêzikbûna hovane ya li hemberî gelê xwe qebûl nakin. Ji niha şûn de jî wê hewldanên me bidomin û em ê gelê xwe bi tenê nehêlin.”