HDP Riha: Heta tecrîd hebe, reform nabe

Rêxistina HDP'ê ya Rihayê diyar kir ku eger tê xwestin reform bê kirin, divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û berxwedana li zindanan silav kir.

Rêxistina Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya rêxistina partiyê ya navçeya Karakopruyê hate dayin û parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Ayşe Surucu, endamên partiyê, xizmên girtiyan û gelek kes tevlî bûn.

Parlamenter Nûsrettîn Maçîn bal kişand ser zext û zordariya li girtîgehan û got, "Eger bi rastî jî hûn dixwazin reforma hiqûqê bikin, gava destpêkê ya vê yekê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye, başkirina şert û mercên li girtîgehan e."

Parlamenter Omer Ocalan jî bi bîr xist ku tecrîd 22 salin dewam dike û anî ziman, "Li dijî Abdullah Ocalan û gelê Kurd polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Tecrîd li her cihî belav bûye."

Omer Ocalan ragihand ku li Tirkiyeyê siyaset xitimiye û got, "Îro li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Em dixwazin hevdîtin bê kirin, danûstandin bê kirin. Bêyî diyalogê pirsgirêk çareser nabe. Bi girtin, komkujî û zextê hûn nikarin vê civakê biqedînin."

Omer Ocalan destnîşan kir ku wê heta dawiyê xwedî li girtiyan û têkoşîna wan derkevin.