HDP: Li Licê bi talîmata AKP’ê sûcê şer tê kirin!

Heyeta HDP’ê çû gundê Mişrefa Licê ya ku leşkeran xwestibûn li wê derê qetlîamekê bikin û heyetê diyar kir ku li wê derê sûcê şer hatiye kirin.

Di encama gulereşandina helîkoperên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Mişrif a girêdayî navçeya Lice ya Amedê de 3 sivîl birîndar bibû. Heyeta HDP’ê ya ku gundê êrîş li ser pêk hatî ziyaret kirin, têkildarî lêkolînên kirin li pêşiya avahiya bajarê Amedê civînek lidar xistin. Parlemeter Feleknas Ûca, Sîbel Yigîtalp û Ziya Pîr ên di nava heyetê de cih digirin, encamên lêkolînê eşkere kir. Pîr diyar kir ku têkildarî mijarê bi walîtiyê re hevdîtin kirine, waltiyê diyarkiriye ku wê li wan vegere, ji bo wê tevî ku ev 17 saet li ser bûyerê re jî qewimiye, lê hê tiştek negotine. Pîr anî ziman ku vê yekê qebûl nakin û got: “Li bajarê Amedê sivîl tên kuştin û birîndarkirin. Lê waliyê Amedê agahî nade parlemeterên bi dengê gel hatî hilbijartin.”

‘SOYLÛ BI AWAYEKE VEKRÎ QETLÎAMÊN SIVÎLAN DABÛ’

Pîr bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê Nundir Suleyman Soylû ya têkildaîr Herona li Colemêrgê bombe li gundiyan barandibû û gundiyek jiyana xwe ji dest dabû û 2 gundî jî birîndar bibû û wiha pêde çû: “Bi daxuyaniya dayî terîfa vê qetlîamê kiribû. Gotibû; ‘Di cure oparasyonên wiha de dibe ku şaştî derbikevin’ em ji vê daxuyaniyê dizanin. Di operasyonê de sivîl dibe heta kî dibe bila bibe em dikarin qetil bikin. Wê ti lêpirsîn jî neyê vekirin. Yanî ji aliyê Suleyman Soylû ve bi awayekî vekirî qetlîama sivîlan hatiye dayîn.

PÎR: GUNDIYÊN DI NAVA ZEVÎ Û BAXÇEYÊ XWE DE JÎ HATIN GULE REŞANDIN

Pîr destnîşan kir ku bi bihîstina bûyera li gundê Mişrif re ketine nava lêkolînan, diyar kir ku heyetek ji rêveberên partiyê û parlemeteran pêk dihat çûne gund û dest bi lêkolînan kirine. Pîr daxuyakirin bi çûna nav gund ji ber tirsa ku hatî danîn gundî nedikarîn derkevin derve. Pîr diyar kir ku piştî ku gundiyan ew dîtine nû derketine derve. Pîr destnîşan kir ku bi xizmên ku nasên wan birîndar bûne re hevdîtin kirine, li cihê bûyerê lêkolîn hatine kirin. Pîr bal kişand têkildarî qedexeya derketina kolanan a li gund hatibû îlankirin gundî nehatibû agahdarkirin, gundiyên ku agahiya wan ji qedexeyê nebûn derketibûn nava zevî û baxçeyên xwe. Pîr destnîşan kir ku helîkopterên ku leşker li gund danîn û şûnde bê ku hişyariyek bide Celal Yildirim ê xwediyê 13 zarokan û kurê wî Bedran Yildirim gule li wan reşandine. Pîr diyar kir ku Celal Yildirim ê ku giran birîndar bibû li nexweşxaneyê li beşa lezgîn tê dermankirin, kur jî di bin çavan de ye.

‘JI BER KU KURD IN...’

Pîr diyarkir ku Munîr Serîn ê birîndar di dema ku zeviyên xwe av dida de, di encama gulebarana leşkerên Tirk de ji lingê xwe birîndar bûye û wiha got: “Leşker û walî jî dizane ev kesên he sivîl in. Lê li şûna ku ev her du sivîl li nexweşxaneyê bêne tedawî kirin, dibin qereqolê ev jî şermekî ya hikûmetê ye.” Pîr her wiha ragihand ku birîndar li kolanê bi seatan hatine hiştin û bi gotinan heqaret li wan hatiye kirin. Pîr diyar kir ku di dema lêgerîna di malê de bêyî ku bibêjin ev jine, zaroke, kale avêtine erdê û wiha got; “Ji ber ku Kurd in leşker bi gotinan heqaret li wan dike.” Pîr wiha domand: “Piştî bûyer di raya giştî de hate bihistin, bi hestiyariya çapemeniya azad û gel û bi helwdanên parlamenteran birîndar ku ‘ji bo mirinê hatibûn hiştin’ piştî seatan ambûlans û helîkopteran rakirine nexweşxaneyê. Ji bilî Celal Yildirim, Bedran Yildirim û Munîr Sevîm ên birîndar cenazeyê kesekê ji aliyê leşkeran xistine helîkopterê lê di derbarê wî kesî de ti agahî nehate bidestxistin.”

‘LI SER GUNDIYAN TATBÎQATA ZINDÎ PÊK DI ANÎN’

Pîr wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em ji vir, van encaman derdixin. Bi fermana Suleyman Soylû li gundên ku Kurd lê dijîn tatbîqata leşkerî tê pêkanîn. Ez endamê NOTOPA me. Tatbîqat çawe tê kirin herî kêm bi qasî Suleyman Soylû em dizanin. Navê vê tatbîqata zindî ye. Navê vê qetlîama sivîl e. Navê vê sûcê şer e. Tayyîp Erdogan bi gotinên ‘Jin be zarok be, tişta pêwîst bikin’ pêşiya şer vekir. Duh Suleyman Soylû digot ‘Di van operasyonan de dibe şaştî çêbibe’. Axaftina Soylû tê vê wateyê; Ev der Kurdistan e, Kurd bê xwedîne, ne hemwelatiyên vê dewletê ne. Em hemû terorîst in, hun dikarin wan bi çi şêweyî bikûjin. Em bivî şêweyî dibînin. Pêwîste Soylû bi lezgîn ji ber daxuayniya xwe ya duh daxuyaniyek din bide. Di şertên normal de ez li bendê me ku îstifa bike lê rû li cem wan nîne.”

Pîr nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiya Amedê ya ku birîndaran weke ‘hevkar’ bi nav dike kir, da. Pîr nîşandana birîndaran weke hevkar, weke helwdanên veşartina qetlîam û sûcên şer bi nav kir.