HDP ji encamê piştrast e: Maweyê AKP'ê tijî bûye, em ê bi ser bikevin!

Parlamenterên HDP'ê gotin, guhertina destûra bingehîn a ku bi zexta AKP/MHP'ê pêşkêşî referandûmê tê kirin, wê Tirkiyeyê di kendêl re wer bike û destnîşan kirin, ku maweyê AKP'ê tijî bûye.

Li dijî guhertina destûra bingehîn a bi tifaqa AKP/MHP'ê hat kirin û bi erêkirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re wê pêşkêşî referandûmê bê kirin, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo dengê 'NA' bi ser bikeve, mohra xwe danîn binê deklarasyona birêxistinkirina mûxalefeta civakî. Hat ragihandin, ev xebat wê bi dirûşma "Em bi ruhê Newrozê di demokrasiyê de israr bikin, ji dîktatoriyê re bêjin NA' li bajara, li nava malan û rû bi rû were meşandin. Parlamenterên HDP'ê, ku sêyemîn partiya herî mezin a li Meclîsê ye, stratejiya xwe ya di vî warî de vegotin.

DÎLEK OCALAN: MAWEYÊ AKP'Ê TIJÎ BÛYE

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan destnîşan kir, ku sedema krîz û kaosa heyî, hikûmeta AKP'ê bi xwe ye û anî ziman, bi vê destûra bingehîn a dixwazin bidin qebûlkirin re, hemû nirxên civakê ji holê tên rakirin. Dîlek Ocalan destnîşan kir, ku rewşeke bi vî rengî wê Tirkiyeyê bixe nava kaoseke mezin.

Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku dîktator xwe bi destê xwe diqedînin û got, "Ya ku îro li Tirkiyeyê diqewime, dibe vê rewşê. Tirkiye ber bi rêyeke nediyar ve tê dehfdan. Desthilatdariya hatiye li ser yekperestiyê sîstemek ava kiriye. Di vê sedsalê de êdî nepêkane ku ev polîtîkayên li Tirkiyeyê karibin bidomin. Avakirina desthilatdariyê li ser mirin û qirkirinê, rêyeke mayîndebûnê nîne. Maweyê AKP'ê tijî bûye û wê di referandûmê de biqede."

'RABÛNA LI BER AKP'Ê WÊ ŞER BIQEDÎNE'

Dîlek Ocalan diyar kir, AKP ji destpêkê ve samîmî nebû, bi qedandina pêvajoya çareseriyê re Tirkiye bi 20 salan paşve xist û got, "Mafê jiyanê ku bingeha mafê mirovan e, tê binpêkirin. Partiya desthilatdariyê dibêje 'eger hûn deng nedin me, wê teqîn rû bidin, mirin zêde bibe'. Halbûkî rastî berevajî vê ye. Eger bi rastî jî mirov li ber AKP'ê rabin, jê re bêjin NA, wê şer biqede. Wê desthilatdarî neçar bimîne, erkên girtine destê xwe, biterikîne. Eger dengê 'Erê' derkeve, wê Tirkiye bikeve nava rewşeke felaketê."

YÎGÎTALP: AKP Û MHP'Ê ENIYEK AVA KIRIN

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê li ser desthilatdariya qesrê kampanyayê dimeşîne û wê referandûmê jî bi zexta biryarnameyan û tundiya ewlekariyê bimeşîne.

Yîgîtalp diyar kir, referandûm wê di nava şert û mercên newekhev de bê kirin û got, "Girtina hevalên me yên parlamenter û bi hezaran endamên me, beşek ji kampanya 'erê' ya AKP'ê ye. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de jî ev kiribûn. Di çarçoveya mutabaqata neteweyî de AKP û MHP'ê eniyek ava kirin. Di sibeha 8'ê Hezîranê de biryara vê dabûn. Li pişt nûkirina hilbijartinê ev stratejî hebû."

'YA ERDOGAN YA JÎ GELÊN TIRKIYEYÊ WÊ DAWÎ LI XWE BÎNIN'

Yîgîtalp bibîr xist, ku mirovên ji rejîma yek şexsî re dibêjin 'NA' yek bi yek tên girtin û da zanîn, ku di lêkolînan de tê dîtin, ji 7 heta 70 salî gelê Kurdistanê dizane ku armanca referandûmê pêkanîna dîktatoriyê ye, lewma wê bêjin 'NA'. Yîgîtalp ragihand, hikûmeta AKP'ê û Serokkomar Erdogan di nava referandûmeke ne rewa de ne û bibîr xist, ku hemû erkên dewletê ji bo 'erê' hatine seferberkirin. Yîgîtalp destnîşan kir, Erdogan tevî vê yekê jî dizane wê bi ser nekeve, lewma li pey girtin û kaosê ye. Yîgîtalp got, "Di vê referandûmê de ya Erdogan wê dawî li xwe bîne, yan jî gelên Tirkiyeyê. Weke tevgera Kurd û hêzên demokratîk em li dora 'NA' civiyan. Em ê bi ser bikevin." Yîgîtalp bang li Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî û hemû bindestan kir, ku di referandûmê de bêjin 'NA'.

BÎRLÎK: EV PÊVAJO WÊ DAWÎ LI TIRKIYEYÊ BÎNE

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku di 4'ê Mijdarê de hat girtn û di meha bihurî de hat berdan, da xuyakirin ku di nava şert û mercên rewşa awarte de nabe destûra bingehîn bê amadekirin.

Bîrlîk dest nîşan kir, ku ancax dîktator û darbekar di pêvajoyeke bi vî rengî de destûra bingehîn biguherînin û got, "Pêvajoya heyî ji darbeya 80'ê jî wêdetir e. Desthilatdariyê mafên mirovan bi rengekî veşartî binpê nekir, mirov bi rengekî veşartî nekuşt. Her tişt bi rengekî vekirî kir û bi vî rengî xwe tirsê berde nava dilê civakê. Di salên 80'î de ev yek bi awayekî sergirtî dihatin kirin. Lê belê îro li pêş çavên tevahiya cîhanê, hovîtiya li jêrzemînên li Cizîrê hat nîşandan." Bîrlîk diyar kir, pêvajoyeke bi vî rengî wê dawî li Tirkiyeyê bîne.

'DENGÊ KURDAN DIYARKER E'

Bîrlîk da xuyakirin, ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, guhertineke bi vî rengî ya destûra bingehîn wê Tirkiyeyê hê bêhtir bixe nava felaketê û got, "Ji bo dîktatoriya şexsekî, welêt ber bi kendêl ve dehf didin. Di vê referandûmê de dengê Kurdan diyarker e." Bîrlîk anî ziman ew ê li nava kolanan, li nava alan bigerin û derewên AKP û Erdogan ji gel re vebêjin. Bîrlîk diyar kir, ku wan ji niha ve dest bi kar kirine û wê bê sekn, hemû xalên guhertina destûra bingehîn di referandûmê de ji gel re vebêjin.

Bîrlîk destnîşan kir, ku ew piştrast in wê gel ji rejîma dîkta re bêje 'NA' û da zanîn, gelê Kurd û hêzên demokratîk, çep û sosyalîst wê bi ruhê Newrozê biçin ser sindoqê û dengê 'NA' bidin.