HDP’î sedana gund û komînên Elkê kirin

HDP’î di çarçoveya kampanya ‘Em HDP’î ne, li her derê ne’ serdana komîn û gundên navçeya Elkê ya Şirnexê kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li herî derî ne" de serdanên xwe didomîne.

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevseroka HDP'a Bajêr Sabûha Akdag, Hevseroka Bêşebabê Beybûn Aslan û rêvebirên navçeyê çûn gundê Gowik û Bêzal ên Elkê.

Nûran Îmîr li ser rojevê axivî û got: "Pêşeroja Tirkiyeyê girêdayî azadiya gelê kurd e. 5 sal in em bi zext û êşên mezin re rû bi rû ne. Em doza ziman û çanda xwe dikin. Em li her derî li dijî zextan li ber xwe didin."

Îmîr bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ku ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin û got: "Em dixwazin ev tecrîd bê şikandin."

Îmîr ji bo doza derbarê girtina HDP'ê jî got: "Gelê me li dijî van zextan hîn bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve. Dê bi vê xwedîderketina we re yekîtiya me û mezinbûna me bidome."

Piştre heyet çû gundê Bêzalê û li vir serdana malbatan kir.