Sancar: Dema berxwedan û serketinê ye -NÛ BÛ

HDP'ê li Colemêrgê dest bi Meşa Demokrasiyê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Ev desthilatdarî darbekar e, talanker e."

Baskê Colemêrgê yê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Alîkarê Hevserokên ESP'ê Beycan Taşkiran, endamên Meclîsa Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, parlamenter, endamên partiyê danê sibehê li ber avahiya partiyê li hev kom bûn.

Parlamenter û endamên partiyê yên li avahiya HDP'ê bi dirûşmên "Bijî berxwedana HDP'ê", "Piştevaniya li dijî faşîzmê", "Darbekar AKP" pêşwazî li Sancar û heyeta pê re kirin.

BAJAR HATIYE DORPÊÇKIRIN

Kolana ku avahiya partiyê lê ye ji serê sibehê ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîsên ku bend danîn ser kolanên berê wan li avahiya partiyê ye, her wiha gelek wesayitên zirxî li gelek deverên navenda bajêr bi cih kirin. Her wiha sekvan li ser avahiyên bilind bi cih kirin. Tevî vê yekê jî meşê bi daxuyaniyekê dest pê kir.

SANCAR: EV DESTHILATDARÎ DARBEKAR E, TALANKER E

Beriya destpêkirina meşê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî dorpêçiya polîsan da. Sancar got, "Nahêlin ku em li hev jî kom bibin. Lê belê em ji dil bi hev ve girêdayî ne. Kes nikare yekîtiya me têk bibe. Em ê ji dil li kolanan bi hev re bin."

Sancar destnîşan kir ku dilên wan yek e, kes nikare bikeve navbera wan û gel û got, "Meşa me meşa demokrasiyê ye li dijî darbeyê. Darbekarî desteserkirina îradeya gel e. Zilm û zordariya li gel e. Darbe tenê bi tank û topan nabe. Darbe bi destê dadgeriyê jî bi bikaranîna derfetên desthilatdariyê jî tê kirin. Karê destpêkê yê her darbekarî desteserkirina îradeya gel e."

Sancar darbeyên 12'ê Îlonê û 27'ê Gulanê bi bîr xist û got, "Ev desthilatdarî heman rêbazan bi kar tîne. Dadgeriyê bi kar tîne, derfetên desthilatariyê bi kar tîne. Navê vê jî darbeya siyasî ye. Ya ku darbekar herî zêde jê ditirse azadî ye. Destpêkê îradeya gel desteser dikin, piştre jî azadiyan ji holê radikin. Mafê me yê meşê di Destûra Bingehîn de heye. Tenduristiya gelê me ji bo me gelekî hêja ye. Em ji desthilatdariyê bêhtir li tenduristiyê difikirin. Eger bi rastî jî pirsgirêka pandemiyê ya desthilatdariyê hebûya, beriya her tiştî wê li guhertin û sererastkirina ji bo parastina tenduristiya gel bifikiriya. Niha dema ku em dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin pandemiyê dikin bahane."

'JI BO AZADIYA WELÊT EM LI VIR IN'

Di dewama axaftina xwe de Sancar got, "Eger destûr nayê dayin ku mafê Destûra Bingehînî bê bicihanîn, hingî ev darbekarî ye. Nenaskirina hiqûqê ye, nenaskirina Destûra Bingehîn darbekarî ye. HDP'ê di her şert û mercî de berê xwe da siyaseta demokratîk. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi azadî û demokrasiyê, ji bo azadiya welêt em li vir in. Ji bo vê em siyasetê dikin, lê belê desthilatdarî dixwaze vê siyasetê bifetisîne. Her feraseta ku dixwaze siyasetê bifetisîne darbekar e."

Sancar destnîşan kir ku ev meşa wan meşa demokrasiyê ye û got, "Şertê jêneveger ê demokrasiyê jî xwedîderketina li îradeya gel e. Polîtîkaya qeyûm darbeya herî mezin e. Gelê Colemêrgê bi rêjeya 65 ji sedî şaredarên xwe hilbijart. Desteserkirina şaredariyê, bicihkirina karmendê xwe, tunehesibandina îradeya gel e. Em ji bo vê îradeyê biparêzin li vir in."

'EM BI HÊZA XWE PIŞTRAST BIN'

Sancar bi dewamî got, "Banga min li gelan e; li her kesên xwedî wijdan, alîgirê edaletê, dilxwazên jiyaneke aştiyane û mirovên çê yên vî welatî ye; em vê rêveçûnê bi hev re rawestînin. Hêza me heye, tenê em bi xwe piştrast bin, ew bes e. Rêveberiyeke bi vî rengî li ser vî welatî neheq e. Sîstemeke bi vî rengî li ser mirovên vî welatî neheq e. Ev xak daxwaza azadiyê dike. Ev meş ji bo wê ye, lewma em dest pê dikin. Rêya vê yekê zû yan jî dereng wê azadî, edalet, demokrasî û atşî be.

'EM ZANIN LI BER XWE BIDIN'

Baweriya me ya bi vî yekê kêliyekê jî winda nebû. Heta ku gelê me bi me re be serê me wê netewe, çoka me wê negihêje erdê. Em bi berxwedanê zanin. Heta niha zext û zilm gelekî li vê partiyê û hevalên me hate kirin. Lê belê em li ser piyan man. Niha jî dema serketinê ye. Dema avakirina aştî, edalet û azadiyê li vî welatî ye. Em bi biryar in ku bi gelên Tirkiyeyê, bi mirovên xwedî wijdan vê yekê ava bikin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin."

Piştî meşê Sancar û heyeta pê re ji bo dest bi meşê bikin ber bi wesayitan ve çûn. Lê belê polîsên ku bend danîn li pêşiya wan bûn asteng.