HDP'ê ji bo diyalog û danûstandinan bang kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser rageşiya li Başûrê Kurdistanê ku ji ber êrişkariya PDK'ê ya li herêma Garê rû da û destnîşan kir ku ji bo diyalog û danûstandinan HDP amade ye bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bûyerên di rojevê de nirxand.

Sancar bal kişand ser êrişkariya PDK'ê ya li herêma Garê li dijî gerîla kir û got, "Ji Başûr agahiyên ku mirovan dixe nava fikaran tên. Tê gotin ku li wê derê di navbera hêzên Kurd de rageşiyek heye. Di vê der barê de mixabin hin bûyerên neyînî diqewimin."

Sancar bal kişand ser metirsiya li ser gelê Kurd û diyar kir, di rewşeke wiha de mafê ti hêzeke Kurd nîne ku êşên nû der bike.

Mîthat Sancar got, "Pirsgirêk çi dibe bila bibe, yekane rêya çareseriyê ya hêzên Kurd, diyalog e. Ne girîng e ku pirsgirêk çi ye, girîng e ku çareserî çi ye. Ji ber ku li dinyayê dibe ku bi qasî gelê Kurd metirsî li ser ti gelî nîne."

Bi dewamî Sancar got, "Mafê nunerên siyasî yên vî gelî nîne ku vê rastiyê ji nedîtî ve bên. Bêguman em ji bo berpirsyarî, diyalog û danûstandinê bang dikin. Banga me li hemû aliyan e, ne tenê li aliyan her wiha em bang li gelê Kurd, nivîskaran, hunermendan, aliman û rûspiyan dikin: Bi dengekî bilindtir ji hêzên siyasî re bêjin ku yekane rêya hemû pirsgirêkên nava Kurdan diyalog e û danûstandin e. Wezîfeya ku dikeve ser milê me hemûyan ev e."

Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP amade ye di vê mijarê de wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.