HDP'ê Danezana Hilbijartinê ya Amedê eşkere kir

HDP'ê danezana xwe ya hilbijartinê ya ji bo Amedê eşkere kir. Di danezanê de gelek projeyên ji bo jin, zarok, xweza, aborî û zarokan hene.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê danezana hilbijartinê ya ji bo Amedê eşkere kir. Bi vê armancê li Demîr Otel a li navçeya Sûrê civîneke çapemeniyê pêk hat û Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Selçûk Mizrakli, namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên navçeyên Amedê hemûyan, rêveberiya HDP'ê ya bajêr, lîderên partiyên siyasî yên di tifaqa hilbijartinê de cih digirin û gelek kes amade bûn.

Danezan ji aliyê Ûyanik û Mizrakli ve hatin xwendin. Çend ji xalên di danezanê de cih digirin:

* Armanca me demokrasiya yekser e. Birêvebirina bajarê lê ye, mafê bingehîn ê her kesî ye. Feraseta me ya rêvebeirya xwecihî li ser bingeha avakirina bajarên ku yekser ji aliyê gel ve tên birêvbirin. Pêwîstiyên Amedê ji aliyê ciwan, jin, extiyar, zarokên Amedê ve tên diyarkirin û paşeroja wê jî ew bi hev re ava dikin.

* Em ê bi rengekî wekhev xizmetê bidin her kesî. Em ê cihêkariyê nekin.

* Meclîsên Bajêr, Forûmên Bajêr, Meclîsên Taxan, Meclîsên Gundan, Meclîsên Jinan, Meclîsên Ciwanan û Meclîsên Zarokan wê tevlî rêveberiyê bibin.

* Bi odeyên pîşeyî, keya, rêxistinên kedê, saziyên civaka sivîl, komele û hewldanên welatiyên azad re em ê bixebitin.

* Em ê civînên meclîsa şaredariyê li gel vekirî pêk bînin û bikin ku rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî bibin.

* Maseyên me yên têkiliya bi gel re wê werin mezinkirin.

* Em ê feraseta azadîparêziya jinê li şaredariya xwe serdest bikin. Li her qedemeyan wê jin bi rengekî wekhev bên tesmîlkirin.

* Lêçûnên şaredariyê hemû wê bi rengekî vekirî bên kirin.

* Di amadekirina budçeyê de wê gel yekser cihê xwe di nav de bigire.

* Budçeya me wê li ser bingeha wekheviya zayendî a civakî bê amadekirin.

* Gel wê bi xwe biryarê bide ku budçe ji bo kîjan qada xizmetê were bikaranîn. Ji bo vê jî em ê saziyê civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû beşên civakê tevlî pêvajoya biryardanê bikin.

* Em ê budçeya xwe li gorî pêwîstiyên zarokan, ciwanan, astengdaran û xwezayê amade bikin.

* Em ê mirovan, xwezayê û piştevaniyê esas bigirin, ne îmar û rantê.

* Her sal em ê forûmên budçeyê li dar bixin ku hatine û lêçûnên budçeyê bi gel re parve bikin.

* Ji bo kesên bi biryarnameyan ji kar hatine derxistin, em ê derfetên kar biafirînin û ji bo ku wan li karê wan vegerînin têbikoşin.

* Kreşên bi perwerdeya bi zimanê dayikê, Stargehên Jinan, Navendên Piştevaniya Jinê, Malên Piştgiriya bi Perwerdeyê, Stargehên Xwendekaran, Navendên Çandê, Şanoyên Bajêr ên Şaredariyê, Kooperatîf, Atolyeyên Hilberînê, Komeleyên Têkoşîna li dijî Xizaniyê, Navendên Tenduristiyê û hemû saziyên şaredariyê yên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin vekin û hîn bi xurtî bixebitînin.

* Bîrdarî û peykerên ku qeyûm ji bo tinekirina hişê çandî û dîrokî hilweşand, em ê ji nû ve ava bikin.

* Park, bexçe û kolanên ku navên wan ji aliyê qeyûm ve hatin guhertin, em ê navê wan jinûve li wan bikin.

* Sîstema hevserokatiyê wê bidome. Em ê Serokatiya Daîreya Jinan ji nû ve ava bikin.

* Blokên beton, bendên ku qeyûm daniye navbera gel û şaredariyê em ê rakin û şaredariyê ji nû ve bixin xizmeta gel.

* Em ê îhaleyên ku qeyûm pêşkêşî alîgirên xwe kiriye, betal bikin.

* Xizmetên li bajêr wê bi hemû zimanên li bajêr bi rengekî wekhev bên dayin.

* Ji bo welatî karibin sûdê ji feraseta bajarê ekolojîk werbigirin em ê "Rêber Jiyana Bajarê Ekkolojîk" ava bikin.

* Em ê mîmariya xweser a Amedê derxînin pêş û "Desteya Estetîk a Bajêr" ava bikin.

* Em ê Amedê bi polîtîkayên siruştî bi rê ve bibin.

* Em ê nehêlin ku gelê me mehkûmî jiyaneke li nava betonan bibe. Bi lez û bez em ê li meydanên bajêr daran biçînin.

* Bi zêdekirina qadên şênkahî em ê polîtîkayên sirûştî bixin meriyetê.

* Ji bo pêşî li sûcên li dijî dîrok û xwezaya bajêr were girtin, em ê rêvebernameya 'Sûcê bajêr' amade bikin.

* Ji bo welatiyên xizan û hatineyên wan kêm e, em ê projeyên avahiyên civakî amade bikin. Di nava 5 salên xizmetê de em ê bikin ku 3000 ji van malbatan bibin xwedî xanî.

* Heta dawiya sala 2019'an em ê Plana Master a Ragihandinê nû bikin.

* Ji Meydana Deriyê Çiyê heta pêşiya Nexweşxaneya Perwerde û Ragihandinê ya Peyasê, bi 14,3 kîlometreyî û 18 rawestgehan em ê rêgeha tamvayê di nava pênc salan de amade bikin.

* Ji bo ragihandineke hîn bi ewle kontrola li wesayit û ajokaran wê timî bê kirin. Ji bo ajokarên otobus û wesayitên din ên ragihandina komî, wê perwerde bê dayin.

* Em ê kolan û rêyên ku mîrateya me ya dîrokî lê ne li trafîkê bigirin û dîroka xwe biparêzin.

* Li navenda bajêr em ê Otoparkên bi kêmbuha bixin xizmetê.

* Em ê piştgiriyê bidin avakirina kooperatîf û gundên ekolojîk ên jinan.

* Ji bo derfet û cihên kar ên jinan bên zêdekirin, em ê Navendên Pêşvebirina Qada Kar a Jinan li şaredariyên xwe zêde bikin.

* Ji bo jin karibin li nava bajêr bi hêsanî û rengekî azad bigerin, em ê Jinkart Amed ku ji bo otobusên şaredariyê derbas dibe, bixin meriyetê.

* Li her navçeyê ji bo xizeta civakî ji jinan re bê dayin em ê Navendên Piştevaniya Jinê ya pir zimanî ji nû ve vekin.

* Em ê stargeha jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji nû ve vekin. Hejmara stargehên jinan zêdetir bikin.

* Li her navçeyê em ê Parkeke Jinan û li navçeyên me yên navendî jî em ê Meydana Azadiyê ya Jinan ava bikin.

* Li her navçeyê em ê ji bo jinan Navendên Sporê yên Jinan ava bikin.

* Em ê bikin ku jin karibin bi hêsanî cihê xwe di nava karê çand û hunerê de bigirin. Festîvala Hunera Jinê ya Adûlê em ê vekin.

* Em ê li Baglar, Peyas û Erxeniyê Navenda Çand û Dîrokê ya Jinan, li Yenîşehîrê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan, li Sûrê Navenda Bîra Jinan û Navenda Hunera Jinan, li Yenîşehîrê Navenda Hunera Jinan ava bikin.

* Di modela me ya rêveberiyên xwecihî de wê karê hilberîna aborî li gorî hevsengiya ekolojîk û kedê bê kirin.

* Di mijara hilberîna aborî, ekolojî û kedê de em ê hevsengiya navbera xweza û mirovan biafirînin.

* Ji bo pêşvebirina aboriya xwecihî û herêmî em ê Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Aboriya Xwecihî ava bikin.

* Li dijî bêkariyê em ê kooperatîfan ava bikin û derfetên nû yên kar biafirînin.

* Li dijî AVM'yan em ê esnafên biçûk û sûkên kevneşop ên mîna 'Sûka Şewitî' biparêzin.

* Em ê qada bi kevir a li Karacagê paqij bikin, ji çandiniya organîk re pêşkêş bikin û kevirên hatin hevdan jî bi kar bînin.

* Em ê piştgiriya perwerdeyê bidin cotkaran û bi vî rengî dawî li neçariya gubreyê kîmyewî bînin.

* Em ê malê çandê, pirtûkxane, muze, galerî, sînema û salonên şano bi projeya çand û hunerê ya 'Amed bajarê hunerê ye' ji nû ve zindî bikin.

* Em ê karê xwe yê bi pir zimanî, hunerî û wêjeyî ji cihê mayî bidomînin, Rojên Hunerê yên Amedê pêk bînin.

* Em ê festîvalên; Festîvala Şano, Festîvala Muzîkê, Festîvala Sînema ya FilmAmed a Navneteweyî, Festîvala Grafîtî, Festîvala Fîlmên Jinan, Rojên Wêjeyê, Festîvalên Zarokan, Festîvalên Ciwanan, festîvalên xwecihî yên navçeyan li dar bixin.

* Midûriyetên Pêşvebirin û Parastina Ziman ên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, em ê ji nû ve ava bikin û xizmetên rêveberiya xwecihî bi gelek zimanan pêşkêş bikin.

* Bi projeya 'Zimanê me hebûna me ye' em ê xwedî li çand û zimanên li ber tinebûnê ne derkevin, bi vê armancê kursên ziman, karê ferhengî, komxebat û forûman pêk bînin.

* Em ê hejmara dibistan, akademî û kreşên bi gelek zimanan xizmetê didin wên weke; Zarokîstan, Xalxalok, Ferzad Kemanger, konservatûara Cegerxwîn û Aram Tîgran zêde bikin.

* Bi projeya 'Zimanê me jiyana me ye', em ê atolye û kursan vekin û perwerdeya ziman bidin xebatkarên şaredariyê û gel.

* Em ê nexşeya enerjiyê ya Amedê û navçeyên wê derxînin. Em ê bikaranîna sotemeniya fosîl kêm bikin.

* Em ê alternatîfên enerjiya ba û rojê zêde bikin.

* Em ê piştgiriyê bidin kooperatîfên dixwazin enerjiyê hilberînin.

* Di çarçoveya kampanya "We şewitand, em ê şîn bikin" daristanên ku hatine şewitandin ji nû ve şîn bikin.

* Kooperatîfa şitlan ên şaredariyê wê werin zêdekirin û em ê şitlan bê pere li gelê xwe belav bikin.

* Em ê nehêlin ku zerar bigihêje daristanên heyî.

* Em ê 'Malên daristanê' ava bikin û malzemeyên ji bo vemirandina agir lê bi cih bikin.

* Ji bo bikaranîna avê bi rengekî wekhev û teserûf, em ê nexşeyên ziwatiyê derxînin.

* Bi navê Kaniyên Gel em ê li taxan kaniyan zêde bikin.

* Em ê ji bo her malê 10 metrekup avê bê pere bidin.

* Ava ji bo çandiniyê wê bê pere bê dayin.

* Ji bo navçe û gundên me em ê binesaziyê ava bikin ku welatî karibin hêsanî avê peyda bikin.

* Li şaredariyê kotaya bicihkirina personelên astengdar li kar, wê li gorî wekheviya zayendî bi cih were anîn.

* Ji bo tespîtkirina pirsgirêk û pêwîstiyên bajêr wê nexşeya astengdaran bê derxistin. Li gorî vê yekê wê derfet ji astengdaran re bê dayin ku karibin bi hêsanî bijîn.

* Ji bo gelê me karibe sûdê ji aktîvîteyên sporê bigirin, wê salonên sporê, birkên avê û qadên sporê yên taxan ên bê pere wê werin avakirin.

* Em ê piştgiriyê bidin sportvan, kulûb û aktîvîteyê sporê yên amator.

* Li Lice, Pîran, Hênê, Çinar, Egîl, Çermûk, Çunguş, Karaz û Pasûrê wê navendên sporê ji bo beşên sporê yên futbol, basketbol û voleybolê wê werin avakirin.

* Hemû navendên piştgiriya ji bo ciwanan ên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin wê ji nû ve ji xizmeta ciwanan re bên vekirin.

* Ji bo ciwan ji karên çand, huner û sportîf sûdê werbigirin, em ê xizmeta CIWANKART bixin meriyetê ku ciwan wê karibin bi erzanî sûdê ji van aktîvîteyan werbigirin.

* Ji bo ciwanên ji welatên cuda hev nas bikin, danûstandinên civakî û çandî çêbibin, wê Tûrên Ciwanan bên amadekirin.

* Ji bo ciwan karibin xwe li qada civakî-zanistî bi pêş ve bixin, em ê Navenda Çavdêrî û Astronomiyê ya Amedê ava bikin.

* Em ê hejmara navendên sporê, birkên avjeniyê, kampên havînê û navendên perwerdeyê zêde bikin.

* Ji bo pêşî li bikaranîna madeyên narkotîkê bigirin, ji bo îstîsmarkirina zayendî û zewaca di emrê biçûk de asteng bikin, em ê Yekîneyên Mobîl Zarok ava bikin.

* Bi rêxistinên civakî yên sivîl re em ê piştgiriyê bidin zarokên di girtîgehan de ne.