HDP bi nivîskar û nûçegihanên Kurd re rûnişt

HDP li dijî êrîşên li ser Kurdî bi nivîskar û nûçegihanên Kurd re rûnişt. Alîkarê Hevserokê HDP'ê Tayyîp Temel got hebûna Kurdan bûye hedef û bang kir ku têkoşîn were geşkirin.

Komîsyona Zimên a HDP'ê piştî Wanê li Amedê jî li dijî êrîşên li ser Kurdî bi nivîskar û nûçegihanên Kurd re rûnişt. Civîn li oteleke li Sûrê ya Amedê çêbû. Alîkarê Hevserok ê HDP'ê Tayyîp Temel ku di Komîsyona Zimên a HDP'ê de ye, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî  Omer Onen, wekîl Dersim Dag û Îmam Taşçier, gelek nivîskar û nûçegihanên Kurd û nûnerên sazî û dezgehên çandî yên zimên li civînê hazir bûn.

Temel got ji bo ku ew bersiva pirsa, 'em dikarin çi bikin?' bibînin hatine cem hev, têkoşîna li çar parçeyan a li dijî êrîşên li ser siyasetmedarên Kurdan bi bîr xist, bal kişande ser cihêrengiya têkoşîna azadî, statû û hebûnê, hin serdeman rewşenbîr û hunermend xwe didin ber têkoşînê û got îro xebatên ji bo yekîtiya netewî ya li Kurdistanê talokeyeke mezin heye tê xwestin ku siyaseta Kurd li hev were sorkirin û ev carinan di ser partiyan re, carinan di ser şexsan re tê kirin û got, ''Li dijî vê her ku têkoşîn gşe dibe, maske dikevin, aşkere mêtingerî tê kirin. Me ev li Kerkûk, Hewlêr, Efrînê û li deverên din ên Rojava ku hatine dagirkirin, li bakurê Kurdistanê dema ku komele, rojname, sazî hatine girtin, dît. Meseleya eslî meseleya Kurd û Kurdistanê ye.''

Temel got desthilata Tirk hemû xebatên ku siyasetmedarên Kurd dikin weke taloke dibînîne, êrîşa li ser zimên her wiha êrîşa li ser hebûna Kurdan e. Temel got, ''Li dijî van êrîşan em li ser koka xwe rawestin. Em li pirsên we guhdar bikin. Em li hemû pirsên zimanî, çandî, siyasetê  guhdar bikin û hevkariyê bikin. Em bi hev re çareyan bibînin. Hemû xebatên ku gef û êrîş li ser hene em bi hev re bikin. Saziyên ziman û çandî hatin girtin, qeyûm hemû xebat sekinandin. Tabelayên Kurdî yên li kuçeyan jî rakirin. Çi tiştê têkilî Kurdî rakirin, tine kirin. Li dijî vê divê em ziman, çanda xwe biparêzin, bidin jiyîn û geş bikin. Em HDP jî, hûn temsîlên saziyan jî berpirsyariya xwe ya ji bo zimanê xwe bi cih bînin. Li dijî êrîşên li ser zimên em bi rengekî xurt têbikoşin.''