Parêzeran hevdîtin bi CPT re kirin, daxwaza serdana Îmraliyê kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin. Parêzeran daxwaza serdana Îmraliyê careke din kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku 43 meh in nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin, bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re hevdîtin kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Bîlmez diyar kir ku wan di hevdîtina bi CPT’yê re destnîşan kirine ku “tecrîd hatiye astek ku nayê tehamûlkirin.”

Bîlmez anî ziman ku wan ji şandeya CPT’yê re ragihandine ku mînak û nimûneyên pergala tecrîda li Îmraliyê li tu deverên cîhanê nîn e û got: “Her wiha me ji CPT’yê re got ku divê hûn rapora xwe ya amadekirî eşkere bikin. Her çiqas rapor eşkere kirin jî lê 2 sal bi ser re derbas bûne û ji ber ku zeman lê ketiye me ji CPT’yê xwest ku demildest biçe serdana Îmraliyê.”

Bîlmez bal kişand ser tiştên ku CPT ji wan re aniye ziman û wiha axivî: “Şandeya CPT diyar kir ku ew ji sala 1999’an ve bi Îmraliyê ve ji nêz ve eleqedar dibin. Ji me re gotin ku ji bo ew tecrîdê rakin her tim bi hikûmeta Tirkiyeyê re di nava danûstandinê de ne. Her wiha ji bo raporê gotin bêyî erêkirina Tirkiyeyê ew nikarin raporê eşkere bikin, lê ji bo ku erêkirina Tirkiyeyê werbigirin, di nava hewldanan de ne.”

Bîlmez anî ziman ku bi Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re jî hin hevdîtinên dîplomatîk pêk anîne. Bîlmez da zanîn ku wan di hevdîtinên xwe de behsa tecrîda girankirî û cezayê hepsê yê muebeda girankirî kirine û ji rayedaran re ragihandine.