Hay ji rojnamevanê Îranî nîne

Rojnamevanê mûxalîf ê Îranê Arash Shoa ku hefteyek beriya niha li Wanê winda bû, hê jî hay jê  nîne. Li ser jiyana wî tirs û fikar hene.

Tê gotin, rojnamevan Arash Shoa Shargh li Wanê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin. Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melek got, ew ji jiyana Shargh bi fikar in.

Rojnamevan Arash Shoa Shargh û siyasetmedar Alî Asker Korûsh Zamanî, 6 meh beriya niha serlêdana penaberiyê li Wane kiribû. Li rojnamevan Arash Shoa Shargh cezayê lêdana 47 qemçiyan û 3 meh cezayê girtîgehê, li siyasetmedar Alî Asker Korûsh Zamanî jî cezayê darvekirinê hatibû birîn. Siyasetmedar Alî Asker Korûsh Zamanî serî li Şaxê ÎHD'ê yê Wanê da û diyar kir ku haya wan ji rojnamevan Shargh nîne.

'ÎSTÎXBARATA ÎRANÊ GEF LI ME XWARIBÛ'

Alî Askhar Koûrosh Zamanî ku hevalê rojnamevan Sharg e, di daxwaznameya xwe de got, "6'ê Sibatê saet 15:30 em ji hev veqetiyan. Heta niha agahiyê jê nagirim. Çûm mala wî, lê li malê jî nebû. Telefona wî girtî ye. Neçûye malê. Îstîxbarata Îranê beriya niha gef li me xwaribû û hewl da me bikuje."

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melek jî anî ziman ku ew ji jiyana rojnamevan Shargh ê mûxalîf bi fikar in û got, "Îstîxbarata Îranê çûye cem malbata wî û jê pirsîne bê kurê wan li ku ye. Rojnamevan Shargh 7 roj berê dema diçû mala xwe winda bû. Hevalê wî ji me re ragihand. Ev hefteyeke em dikin nakin nikarin agahiyê jê bigirin. Weke ÎHD me ji hevalê wî xwest ku serî li Emniyetê bide. Em ji jiyana rojnamevanê Îranî bi fikar in."

JI ANF'Ê RE AXIVÎ BÛ

Rojnamevan Shargh beriya niha ji ANF'e re axivî bû û gotibû, "Li Îranê kiryarên li derveyî mirovahiyê li rojnamevanan tê kirin. Azadiya çapemeniyê li Îranê hema bêjin qet nîne. Em nikarin zilma ku li me tê kirin ji raya giştî ya navneteweyî re vebêjin. Yên ku li Îranê di nava şert û mercên herî giran de dijîn rojnamevan in. Li gorî hejmarên ne fermî bi dehan rojnamevan di girtîgehê de ne. Hinek ji wan di binê çavan de hatin windakirin. Ji ber ku min jî li ser bertîla ku rayedarên dewletê girtin kir nûçe, ceza li min hate birîn. Ji ber ku ji bilî Tirkiyeyê nekarîbûm biçim welatekî din, hatim vê derê."