Habîp Eksîk: Gunehê erdhejê di stuyê desthilatdariya AKP'ê de ye

Parlamenter Habîp Eksîk anî ziman ku ji ber destwerdana li erdhejê di dema xwe de nehate kirin, felaket mezin bû û destnîşan kir, gunehê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar bûne di stuyê hikumeta AKP'ê de ye.

Habîp Eksîk işaret bi Rewşa Awarte kir ku piştî erdhejê hate ragihandin û got, ji bo kiryarên desthilatdariya AKP'ê ya faşîst bê veşartin Rewşa Awarte hatiye ragihandin.

Parlamenterê Îdirê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk ji ANF'ê re axivî.

Habîp Eksîk sersaxî ji xizmên qurbaniyan, şîfa jî ji birîndarên erdhejê re xwest û got, "Desthilatdariya AKP'ê ji vê re dibêje felaketa sedsalê ye, lê belê felaketa sedsalê nîne, beriya niha jî erdhejên mezin qewimîn, bûyerên giran ên xwezayî rû dan lê belê nebûn felaketeke bi vî rengî. Erdhej, lehî, bûyerên xwezayî timî diqewimin. Lê belê ji ber rêbaz û rêveberiyên şaş ên desthilatdaran, ji ber wernegirtina tedbîran bûyerên bi vî rengî vediguherin felaketê. Erdheja niha jî ji ber kêmasiyên desthilatdariya AKP'ê, ku welat veguherandiye welatê muteahîtan, veguyeriye felaketê."

DESTWERDANEK ÇÊ Û TÊRKER NEHATE KIRIN

Eksîk rexne kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 36 saetan gihîştin herêma erdhejê, her wiha hîn jî gelek cih hene ku xwe negihandine û got, "Tevî ku 36 saet di ser re derbas bûn jî desthilatdariya heyî destwerdaneke çê û têrker li erdhejê nekir. Agahdariyeke rast jî nehate kirin. Van hemûyan asta felaketê girantir kir. Hîn jî em dibînin ku mirov bi saxî ji binê kavilan dikarin bêne derxistin. Lê belê 36 saetên destpêkê saetên zêrîn e û mixabin li gorî vê yekê desthilatdariyê destwerdaneke rast nekir. Bi hezaran mirov, bi deh hezaran mirov di binê kavilan de hatin hiştin. Gelek ji wan ji ber hîpotermî yan jî mayina demdirêj li binê kavilan jiyana xwe ji dest dan. Gunehê wan di stuyê desthilatdariya AKP'ê de ye."

Eksîk anî ziman ku ew hurmetê nîşanî wan saziyan didin ên mîna AFAD'ê ji bo erdhejê dixebitin, hurmetê nîşanî her kesî didin ên bi dilxwazî dixebitin û destnîşan kir ku kêmasî ji ber wê ye ku desthilatdarî nikare bi rê ve bibe.

LI GEL ERDHEJÊ JÎ BOMBE LI ROJAVA HATE BARANDIN

Eksîk bi dewamî bal kişand ser bombardûmana dewleta Tirk a piştî erdhejê ya li Rojava û got, "Li Rojava jî li Sûriye û Iraqê jî bi heman rengî erd hejiya. Li gel vê yekê jî bi topan bombe li Rojava hate barandin. Sînorê dijminatiyê jî heye. Bombekirina cihekî ku erdhej lê çêbûne, ne rewşeke ku bê qebûlkirin. Li şûna ku artêşê bi bombekirina cihekî mijûl bike, eger ji bo rizgarkirina mirovan a ji erdhejê bi kar bianiya ewqas mirovên me nedimirin."

DIBE KU NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ BELAV BIBIN

Eksîk her wiha diyar kir ku Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê li ser mijarên stargeh, hîjyen, tenduristiyê gelekî dixebite û destnîşan kir ku wê vî karî xurtir bikin: "Yek ji pirsgirêkên sereke paqijî ye. Di rewşeke bi vî rengî de av nîne, lewma jî rîsk heye ku nexweşiyên şewbê rû bidin. Cihê mirov xwe lê bistirê nîne, tiwalet nîne ku ev pirsgirêkeke cidî ye. Di heman demê de xizmetên tenduristiyê nîne. Ji ber ku desthilatdariya AKP'ê navendên tenduristiyê hemû girt û li şûna wê Navendên Tenduristiyê yên Malbatê ava kir. Piraniya van Navendên Tenduristiyê yên Malbatê jî di binê van avahiyan de hilweşiyan. Gelek nexweşxane jî ji ber ku li gorî erdhejê nehatin çêkirin, ew jî xera bûn. Lewma dibe ku rojên bê nexweşiyên şewbê belav bibin, nexweşiyên kronîk jî giran bibin. Têkildarî vê mijarê Meclîsên Tenduristiyê yên HDK'ê, di heman demê de TTB û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê kar dikin."