Guven: Navê Newroza 'îsal Zulkuf Gezen e

Leyla Guven ku ev 133 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyama Newrozê da û got, ''Navê Newroza îsal #ZülküfGezen e. Em heval Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya ser xaka xwe li qadên Newrozê slav bikin

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 133 roj in di greva birçîbûnê de ye li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama Newrozê weşand.

Peyama Newrozê ya Leyla Guven wiha ye:

''Gelê hêja yê Amedê, dîrokê Newrozên we yên ku we pê dîrok nivîsîne ji bîr nekiriye. Belê Amed! Navê Newroza îsal #ZülküfGezen e. Em heval Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya ser xaka xwe li qadên Newrozê slav bikin. Ez ê bi dil û rihê xwe li wir bim. Hûn jî li qadê bibim bedena min.''