Guven: Dewlet dixwaze ya li Roboskî li tevahiya Kurdistanê bike

Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven got, dewlet dixwaze tişta li Roboskî kir li tevahiya Kurdistanê bike.

Rejîma AKP/Qesrê, ku Cejna Qurbanê li gelê Kurd herimand, vê carê bi balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) komkujî kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, terora dewletê ku di dema dawî de li Kurdistanê zêde bûye, ji ANF'ê re nirxand. Guven got, rêbazeke kuştinê nema ye ku dewleta Tirk neceribandiye.

Guven bal kişand ser hewldanên nixumandina van komkujiyan û got, "Dema li Silopiyayê du zarok li mala xwe di xew de bi panzerê tên eciqandin, li gorî wan panzer ji kontrolê derketiye. Dema li Geverê gule li dikandaran tê reşandin û çar welatî tên kuştin, li gorî wan çeka li ser wesayita zirxî ji ber xwe ve gule reşandiye. Di Cejna Qurbanê de li Colemêrgê welatiyê bi navê Mehmet Temel ê çûbû pîknîkê hate kuştin û sivîlên li cem wî jî bi giranî birîndar bû."

Guven destnîşan kir, ku ti ji van qeza yan jî şaşitî nîne, hemû bi zanebûn hatine kirin û bi bîr xist, ku li Licê ya bi helîkopteran gule li gundiyan hate reşandin, berê jî jineke extiyar bi panzerê hate kuştin.

'KONSEPTA SALÊN 1990'Î LI SER KAR E'

Guven diyar kir, armanc ji êrîşê ew e ku herêmê ji mirovan xalî bikin û destnîşan kir, ku daxuyaniya "zivistana îsal wê bi operasyonan derbas bibe" ya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, işareta vê konseptê ye.

Guven anî ziman, salên 1990'î heman konsept hate meşandin û bi bîr xist, ku dema mirov ji cihê xwe derneketin û cerdevanî qebûl nekirin, 4 hezar gund hatin şewitandin. Guven got, di çarçoveya heman konseptê de niha li Sûr û Heskîfê tevî xaniyan dîrok jî tê xerakirin.

Guven, li gundikê Kanîreş ê gundê Talê yê navenda Colemêrgê çû serdana malbatên Mehmet Temel ê ji ber êrîşa SÎHA jiyana xwe ji dest da û Îbrahîm Sak, Mûsa Tarhan û Îsmaîl Aydin ê birîndar bûn. Guven diyar kir, destûr nehat dayin ku malbatên birîndaran jî wan bibînin û xizmekî birîndaran bi lêdanê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye binçavkirin.

Guven got, ji bo derewên wan dernekeve holê destûrê nadin ku malbat biçin cem xizmên xwe yên birîndar.

HER KU ZILM ZÊDE DIBE, BERXWEDAN JÎ GEŞ DIBE

Leyla Guven anî ziman, ku gel bi biryar e axa xwe neterikîne û diyar kir, li hemberî vê yekê jî AKP şer giran dike. Guven ragihand, êrîşa bi Heron a li Colemêrgê, hewldana komkujiyeke mîna Roboskî ye û got, "Dewlet dixwaze tişta li Roboskî kir li tevahiya Kurdistanê bike." Guven wiha dewam kir: "Li Colemêrgê, li Licê hewldanên mîna Roboskî tên ceribandin. Lê belê tevî vê hovîtiya giran jî, gelê me li ser piyan e û li ber xwe dide."

Guven got, rejîma AKP/Erdogan dixwaze heta ku sîstema serokatiyê bide rûniştandin van êrîşan bidomîne, lê belê wê bi ser nekeve.

Guven got, "Ev pêvajo pêvajoyeke demkî ye. Her ku zilm zêde dibe, berxwedan jî geş dibe. Gel wê teqez vê konsepta zilmê bisekinîne."

Herî dawî Guven destnîşan kir, kuKurdan ti carî di mijara azadiyê de paş ve gav neavêtine, wê neavêjin û got, "Bi mîlyonan mirov daxwaza azadî, nasname û statuyê dikin."