Guven: Bûyerên diqewimin ji ber bêdengiya muxalefetê ye

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî bêdengiya muxalefetê ya li pêşberî êrişên li dijî Kurdan da û got, "Her bêdengî dibe hêz ji bo AKP û MHP'ê."

Rêxistina HDP'ê ya bajarê Dersimê, li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li ser HDP'ê li Kolana Hunerê daxuyaniyek da.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî operasyonên qirkirina siyasî HDP wê bêdeng nemîne" hate hildan.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li qada çalakiyê axivî û got, "Yên ku van kiryarên kirinê idkin, yên ku hewl didin çokê li HDP'ê, Kurdan û dostên gelê Tirk bitewînin bila vî dengî baş bibihîzin. Bi rêbazên berê hatine ceribandin wê nikaribin encamê bi dest bixin. Faşîzm zilm e, komkujî ye, dervehiştin e. Yên ku xwe demokrat dibînin, parêzvanên nirxên gerdûnî û mafên mirovan dibînin, yên ku biratiya gelan diparêzin divê dengê xwe bi xurtî berz bikin."

Guven bêdengiya muxalefetê rexne kir û diyar kir ku polîtîkayên qirkirinê yên desthilatdariyê ji vê bêdengiyê hêzê digirin. Guven girtina bi hezaran HDP'iyan, desteserkirina şaredariyan û komkujiya Roboskî bi bîr xist û got, "Ev hemû ji ber bêdengiya muxalefetê rû dan. Her bêdengî dibe hêz ji AKP û MHP'ê re. Hewl didin me berdin hev û bi vî rengî sîstema xwe, faşîzmê mayinde bikin. Çawa ku me heta  niha ji bo nasnameya û çanda xwe li ber xwe dan, em ê bi heman rengî li ber xwe bidin. Mîna ku Apê mûsa got, 'Ya ku dibe para Kurdan, berxwedan e'. Em ê ti carî dest jê bernedin. Bi pêla girtinê wê nikaribin bi me."

Tevî Dersimê her wiha li ber avahiya HDP'ê ya Rihayê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Îzzet Karadag û gelek endamên partiyê tevlî çalakiyê bûn. Surucu got, "Êrişan şermezar dikim û em ê li dijî polîtîkayên faşîst heta dawiyê li ber xwe bidin."

Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "HDP hêvî ye, li her derê ye", Jin, jiyan, azadî" û "Li dijî faşîzmê bi hev re" hatin qîrîn.