BI DÎMEN

Gurbuz: Gel xwedî li Mehmet Yildirim derket

Hevserokê Amedê yê DBP'ê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku gelê Amedê li gel terora dewletê jî paşve gav neavêt, xwedî li Mehmet Yildirim derket ku li Licê hate qetilkirin û cenazeyê wî bi merasîmekê hate veşartin.

KOMKUJIYA LI LICÊ

Hêzên dewleta Tirk şeva 24'ê Gulanê avêtin ser gundê Nenyasê yê li navçeya Licê ya Amedê û bavê çar zarokan Mehmet Yildirim qetil kirin. Hevserokê Amedê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Gurbuz anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya ji bo tepisandin û tinekirinê her roj girantir dibe, desthilatdarî biguhere jî aqlê dewletê naguhere. Gurbuz got, "Kî bê ser desthilatdariyê karê xwe yê destpêkê êrişa li ser çand, ziman, xweza, jiyana gelê Kurd e."

Gurbuz diyar kir ku bûyerên li Licê qewimîn parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet û 'Plana Têkbirinê' ya dewletê ye û got, "Bi salan e nêzîkatiyeke taybet li Licê tê kirin. Xwezaya wê bi zanebûn tê tinekirin û tê xwestin, gundên wê bêne valakirin. Polîtîkayên salên 1990'î dewam dikin. Destûrê nadin ku Kurd li cografya, li ser xaka xwe bijîn. Li navenda bajêr bi operasyonên polîsan, li gundan jî bi operasyonên leşkerî hewl didin her tiştên Kurdan tine bikin. Di vê operasyona dawî de jî welatiyekî me hate qetilkirin ku bi çi rengî ew qetilkirin nayê zanîn. Hemû hewldanên desthilatdariyê belasebep in. Wê nikaribe bi gelê Kurd gavê paşve bide avêtin, wê nikaribe ji xaka wan bide koçberkirin."

Hevserokê Bajêr ê DBP'ê Mehmet Şîrîn Gurbuz destnîşan kir ku li gel şerxwazî û êrişên dewletê jî cenazeyê Mehmet Yildirim bi merasîmeke girseyî li ber dirûşman hate veşartin û got, "Ev yek nîşan dide ku gelê Kurd wê li hemberî êrişên dewletê paşve gavê neavêje. Gundiyên ku heta serê sibehê malên wan hate gulereşandin, netirsiya û xwedî li Mehmet Yildirim derketin. Xwedî li têkoşîn û nirxên xwe derket. Gelê Kurd dest ji rastiyê bernade. Ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê em têkoşîna xwe mezin bikin, meşa xwe xurt bikin, xwedî li îrade, gelê xwe û nirxên xwe derkevin. Ev ne êrişa destpêkê bû, wê nebe ya dawî jî. Ji ber vê yekê ji bo dawî li van êrişan bê anîn divê em bi her awayî li ber xwe bidin."