Gundiyên Êlihê li dijî tecrîda Imraliyê helwest nîşan dan

Şandeya HDP'ê serdana gundên Êlihê kir, bal kişande ser tecrîda Imraliyê û berxwedana zindanan. Peyama, ''Em bibin dengê girtiyan'' dan.

Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê serdana gelek gundên navçeya Hezoyê kir. Di serdana her gundekî de behsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê û doza girtina HDP’ê hat kirin. Balkêş bû ku di serdanan de azadiya Ocalan hat xwestin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm danîn şûna wî, Hevserokên HDP’a Êlihê Omer Kulpu û Fatma Ablay, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê ewilî li Bajaroka Kaniyahenê ya bi ser navçeya Hezoyê ve civiyan. Şande bi sê başkan ve serdana gundan kir.

Şandeya HDP’ê ewilî serdana gundê Zîlana Hezoyê ku di Îsa Ûke 10’ê Tîrmehê di qenala avê de xeniqîbû kir.

Şandeyên HDP’ê bi sê baskan ve serdana gundên Bacaxê, Xoxê, Dêle, Simaîlka, Kanîyaberê, Selîvê, Huskut, Melkîşa, Şelmo, Baqînê, Avaga, Malêgir, Qeynterê, Celdeka, Kenik, Baştirma Jorî, Eynhesarê, Şedirkê û Xedîrê kir.  

Di serdanan de xelkê gundan bi kêfxweşî pêşwazî li şandeyên HDP’ê kir û xwarin û vexwarinê dane wan. Daxwaza sereke ya xelkê van gundan ew bû ku tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin û azadiya Ocalan pêk were.

Parlamenter Feleknas Ûca di serdanan de destnîşan kir ku Tirkiye bi tecrîdê sûc dike û bang li hiqûqa navnetewî kir ku bikeve dewrê. Ûca bal kişand ser greva birçîbûnê û got daxwaza girtiyan ji aliyê desthilatê ve ji nedîtî ve tê û lê belê wê bi berxwedana civakê hikumet neçar bimîne ku gavan biavêje.

Parlamenter Necdet Îpekyuz jî bal kişand ser doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin û destnîşan kir ku desthilat ku her roj li meydanan qala demokrasiyê dike lê radibe doza girtinê li HDP’ê vedike û bi vî awayî dawiya xwe tîne.

Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran jî li gundê Xedîrê çû nav baxçeyê malbatek ku karê titûnê dikirin û piştgirî da wan. Başaran di serdanên gundan de bal kişand ser tecrîd, greva birçîbûnê û doza girtina HDP’ê û pirsên welatiyên li gundan ên derbarê pêvajoyê bersivand. Başaran destnîşan kir ku divê her kes deng bide dengê gritiyên dikevin greva birçîbûnê û pêwîste her kes kevirek bide ser kevirekî. Başaran anî ziman ku di doza girtina HDP’ê de ew baş dibînin û nîşaneya tirsa îqtidarê ya ji demokrasiyê ye.