Gundî li ber gefa qeymeqamê Tirk rabûn

Piştî serdana namzetên HDP'ê ya li gundê Hacikaş a navçeya Erdîşê, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê gef li gundiyan xwar. Gundiyan jî gotin, "Em ê dengê xwe bidin HDP'ê."

Navenda navçeya Erdîşê ya Wanê û gundên wê piştgiriyeke mezin didin HDP'ê. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala, li her cihî bi rengekî girseyî tên pêşwazîkirin.

Li gundê Hacikaş ê herêma Geliyê Zîlanê di her hilbijartinê de HDP dengekî zêde bi dest dixe. Gundê Hacikaşê ku bi salan e di bin zexta dewleta Tirk de ye, li dijî zext û zordariyê xwe amade dike ku 31'ê Adarê careke din bêje HDP.

Piştgiriya xurt a gundiyan ji bo HDP'ê, qeymeqamê Tirk ê li Erdîşê Nûrî Mehmetbeyoglû xist nava tirs û fikaran. Qeymeqamê Tirk heman piştî serdana HDP'ê çû gundê Hacikaşê. Ji ber ku kes pê re eleqedar nebû, qeymeqam Mehmetbeyoglû hêrs û gef xwar: "Eger 31'ê Adarê dengekî bi tenê ji HDP'ê re bê dayin, ez ê gundiyên li saziyên dewletê dixebitin hemûyan ji kar derxînim."

Gundiyan gotin, "Namzetên HDP'ê li gundê me bi coşa mîtîngê hatin pêşwazîkirin. Me nîşan dan ku em bi HDP'ê re ne. Piştî serdana HDP'ê, qeymeqamê Erdîşê Nûrî Mehmetbeyoglû tevlî leşkeran hate gundê me. Kes neçû pêşiya qeymeqam û heyeta wî. Qeymeqamê ku ji vê rewşê aciz bû, gef li me gundiyan xwar. Em ê li vê derê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Gelo hilbijartin li vî welatî qanûnî nîne? Gundî wê dengê xwe bidin HDP'ê."