Greva birçîbûnê ya li Xarpêtê ev 71 roj in dewam dike

Ji girtiyên li Xarpêtê Rozerîn Îldan, ev 71 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Îldan Yasemîn Îldan xwest, daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û got, "Ew li hundir, em li derve; berxwedana me wê bidome."

Greva birçîbûnê ya girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ku li dijî ferzkirina qerta nasnameyê û zext û zordariyan hate destpêkirin, ev 71 roj in dewam dike. Hin ji girtiyên ku 10'ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem - bê dorveger kirin, hatin sirgûnkirin. Girtiyên hatin sirgûnkirin, li girtîgehên lê ne greva birçîbûnê dewam dikin. Hat ragihandin ku girtiyan herî dawî dev ji girtina vîtamîna B1 jî berdane û rewşa wan krîtîk dibe. Kedkarên tenduristiyê balê dikişînin ser girîngiya wergirtina vîtamîna B1 û dibêjin, eger B1 neyê girtin xiasreke mezin dikare li kesên di grevê de ne bibe, ya jî jiyana xwe ji dest bidin.

Yek ji girtiyên ku ji 10'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bê dem - bê dorveger de ne, Rozerîn Îldan e. Îldan sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzîromê hate kirin. Dayik Yasemîn Îldan anî ziman ku ev 4 meh in ew nikare agahiyê ji keça xwe bigire, greva birçîbûnê gihîştiye asta krîtîk û bang li raya giştî kir.

ÊRÎŞ KIRIN, GEFA DESTAVÊTINÊ XWARIN

Îldan diyar kir ku keça wê beriya çar mehan jê qala zêdebûna zext û zordariyê kiriye. Îldan da xuyakirin ku li Girtîgeha Xarpêtê zexteke giran heye û rêveberiya girtîgehê zexta sîxuriyê li hin malbatan jî kirine. Îldan anî ziman ku li gorî gotinên keça wê, beriya dest bi greva birçîbûnê bikin gardiyanan nîvê şevê li odeyên wan lêgerîn dikirin û bi rêk û pêk êşkence li girtiyan dikirin.

Îldan diyar kir ku keça wê Rozerîn herî dawî jê re gotiye, "Herî dawî gardiyan nîvê şevê saet 12'an ketiye odeya û ji Rozerîn re gotiye 'divê em bi te re bixivin'. Rozerîn jî nerazîbûn nîşan daye ku vê saetê hevdîtin nabe. Piştre dema daketine jêrê, bi qasî 40-45 gardiyanan bi ço êrîşî Rozerîn kirine. Piştî ku wan êrîş kirin Rozerîn jî dest bi qîrîna dirûşman kir û dûre girtiyên din ên jin hatin. Paşê ew xistine odeya singirkirî û li wir êşkence lê kirine. Her wiha gefa destavêtinê lê xwarine."

Dayik Îldan anî ziman ku keça wê ji ber zext û zordariyê ev cara 4'an e dikeve greva birçîbûnê û bi bîr xist ku greva vê carê 70 roj derbas kiriye û bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşîna girtiyan derkevin.

Dayik Îldan destnîşan kir ku ew ê jî li derve li ber xwe bidin, eger pêwîstî pê hebe wê bikevin greva birçîbûnê û xwest, daxwazên girtiyan tavilê bi cih werin anîn, ji bo greva birçîbûnê biqede.