Greva birçîbûnê ya girtiyên li Rihayê dewam dike

Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê didome. Malbatan gotin, “Heta encam bigirin ew bi biryar in.” Girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk kirin.

Greva birçîbûnê ya 10 girtiyan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê li dijî binpêkirinên mafan dabûn destpêkirin di roja xwe ya 11’emîn de berdewam dike. Ji 15’ê Tebaxê ve 10 girtiyên din jî tevlî çalakiyê bûn. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Rihayê, Odeya Tabîban a Rihayê û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ji bo şopandina grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger komîteyek ava kirin. Heyetê xwest bi midûrê girtîgehê re der barê pirsgirêkên di 13'ê Tebaxê de li girtîgehê hatin jiyîn re biaxive, lê muduriyetê hevdîtinê red kir. Heyeta ji bo şopandina grevên birçîbûnê hatiye avakirin, wê di rojên pêş de careke din serdana girtiyan bike.

Malbatên ku çûn hevdîtina vekirî diyar kirin ku girtî bi biryar in ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiyan lidar bixin û banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk kirin.

GIRTÎYÊN DI GREVÊ DE

Navên girtiyên ku di roja 11’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin wiha ne: “Îdrîs Duruk, Emîn Çetîndaş, Omer Aslan, Suat Berlîk, Selami Çîftçî, Mazlum Dogan Taniş, Şervan Muhammed, Emîn Korkmaz, Lokman Ayebe û Abdulselam Demîr.”

Girtiyên ku di 15’ê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kirine wiha ne: “Keleş Celal, Ogur Faîkoglû, Mustafa Mûslûm, Haşîm Arslan, Cuma Îbrahîm, Kenan Dogan, Mahmut Tutal, Ferît Ak û Abdulkadîr Budak.”