Girtiyên siyasî li Gurgumê hefteyeke di grevê de ne

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû ya Gurgum, li dijî binpêkirinên mafan ên giran, hefteyeke di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Mereşê girtî Ahmet Nas û Veysi Altan, bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe.

Girtiyan anîn ziman ku binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Girtiyan diyar kir ku gelek mafê wan tê binpêkirin û zextên li ser wan zêde bûne.

Nas, destnîşan kir ku di pêvajoya Vîrûsa Corona (Covid-19) de tedbîr nayên girtin.

Nas, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bi rêk û pêk şerê derûnî li ser wan dimeşîne û got: "Daxwaznameyên me naşînin. Alavên me yên bi kardo ji mere tên nadin me. Xwarina wan pir xerab e. Der barê vîrûsê de tu tedbîr nayên girtin. Hewa sar e, lê bataniyan nadin me. Zextên derûnî yên devkî dikin.”

Nas destnîşan kir ku ji ber zextên li ser girtiyan, hefteyek e ji bo çareserî pêş bikeve wan dest bi grevê kiriye.