Girtiyên girêva birçîbûnê:Deng bidin!

Girtiyên di girêva birçîbûnê de bang kirin û gotin, ''deng bidin çalakiya me''.

Girêva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şertên li girtîgehan hatiye destpêkirin kete roja pêncan. Girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Amedê di girêva birçîbûnê de ne bi rêya malbatên xwe peyam dan.

Ji çalakgeran Jiyan Taş, Ozlem Seyhan, Songul Aşila û Medya Songul gotin, ''Divê bi Abdullah Ocalan re were rûniştandin û pirsa Kurd were çareserkirin. Em bang dikin ku her kes deng bide çalakiya me.''