Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hicreyên yek kesî!

Kadir Kaplan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amasyayê di greva birçîbûnê de ye, kirin hicreya yek kesî.

Rejîma AKP-MHP'ê ku nikare berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Imraliyê asteng bike, zexta li ser girtiyan zêde dike.

Kadîr Kaplan ê ku ev 27 sal in girtî ye û ev 12 roj in li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Amasyayê di greva birçîbûnê de ye, kirin hicreya yek kesî. Kaplan name ji Şûbeya Wanê ya ÎHD'ê (Komeleya Mafê Mirovan) re şand û serlêdana xwe kir.

'DEMA KU KETE GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN HICRÊ'

Kaplan di nameya xwe de got, ''Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ji bo desteka li Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven 1'ê Adarê min dest bi greva birçîbûnê kir. Ji ber ku ketim greva birçîbûnê ez kirim hicreya yek kesî. Axaftinên bi telefonê yên rûtîn ku heftiyekê carekê bû, hate astengkirin. Li vir tim bi kêfî nêzîkatiyê li mirov dikin. Ji ber ku dema mianeya li nexweşxane ji ber ku min kelepçe qebûl nekir, ez nebirim nexweşxane û tedawiya min asteng dikin.''

BAVÊ KAPLAN: EM FIKARAN DIKIN

Bav Kaplan jî wiha got: ''Rewşa tendiristiyê ya kurê min ne baş e. Ev tiştên ku tênek kirin ne hiqûqî û mirovî ne. Beriya niha jî rêveberiya girtîgehê ji me re got, ''Em dewlet in, tişta ku dixwazin em ê bikin, hûn diçine kûderê biçin, gilî bikin''. Li gel ku me ev gihande Wezareta Dadê jî tiştek neguherî. Ez ji ber rewşa tendiristiyê ya kurê xwe fikaran dikim.''