Hem êşkence lê kirin, hem jî ceza lê birîn

8 girtiyên ku li ber guhertina qawîşan rabûn rastî êşkenceyê hatin û bi îdiaya “xisar dane malê dewletê” 10 meh ceza li wan hate birîn.

Li Girtîgeha Rihayê ya hejmar 2 ya tîpa T qawîşa 8 girtiyan bêyî daxwaza wan hate guherandin. Girtiyên ku ji hêla 80 gardiyanên robokop ve bi darê zorê ji qawîşan hatin derxistin, bi hinceta di dema mudaxileyê de “li dolabên cilan xistine” bi îdiaya “xisar dane malê dewletê” doz li wan hate vekirin. Di encamê dozê de 10 meh cezayê girtîgehê dan 8 girtiyan.

Piştî bûyera ku di 7’ê Îlona 2021’an de qewimîbû serdozgeriya Rihayê derbarê girtiyan de îdîaname amade kiribû.  Îdianameya ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hatibû qebûlkirin. Di 6’ê îlona 2024’an de jî biryar hate dayin.

Dadgehê bi îdiaya “xisar dane malê dewletê” girtiyên bi navê Salih Kolay, Serhat Bulut, Hasan Kiliç, Zeynel Karakaş, Enver Kanmaz, Ahmet Yilmaz, Avnî Gurbuz û Abdulhakîm Eşiyok re 10 meh cezayê girtîgehê birî.

Di biryara bihincet a dozê de hat îdiakirin ku “bi qeydên kamerayan hatiye tespîtkirin ku girtiyan xisar dane dolabên saziyê.” Lê belê behsa êşkenceya gardiyanan a di dema guherandina qawîşê de nehate kirin.

Parêzerê girtiyan Dîlokê li Dadgeha Edliye ya Herêmî ya îtîraz li vê biryarê kir. Di daxwaznameya îtîrazê de bal hatiye kişandin ku girtî rastî îşkenceyê hatine, ligel vê jî serlêdanê wan a têkildarî îşkence û nêzîkatiya xerab bi biryara “pêwîstî bi şopandinê nîne” encam bûye.

Her wiha hat gotin ku qeydê kamerayan ên weke delîl hatine pêşkeşkirin, derveyî rêbazê ye û hat xwestin ku ev biryar were betalkirin.