MAK: Me xizmetkarekî şerê taybet ceza kir

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Amedê kesekî ji şerê taybet re xizmet dikir, ceza kirine.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) da ragihand ku wan di şeva 30’ê Îlonê de li Ofîs a Amedê li hemberî kesekî bi navê M.K. ku hişbir difirot, çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev kes li herêmê madeyên hişbir difiroşe û di nav şebekeya fûhûşê de cih digire. Jin û ciwanan ji nirxên wan ên civakê qut dike û dixe nav jiyanek dejenerebûyî. Jin û ciwanên ku bi rêya alkol û hişbirê dixînin, piştre dixin nav şebekeya fûhûşê û jiyaneke bêexleq li wan ferz dikin. Bi vê re dixin xizmeta şerê taybet."

MAK ragihand ku M.K. yê ku herî dawî jinek kiribû hedef û kiribû amûra jiyaneke bêexlaq xistine kemînê, piştî binçavkirin û lêpirsînê jî ceza kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Banga me li hemû gelê me ew ku pêwîste gelê me li zarok û qadên jiyanê xwedî derkevin û li dijî şerê taybet bisekinin. Tenê milîsên azadiyê ne, pêwîste hemû gelê me topyekûn li hemberî van çeteyan li ber xwe bide, bi zanebûna welatparêzî û civakîbûnê têbikoşe."

MAK’ê di heman demê ev bang jî kir, "Em dikevin 26’emîn salvegera komploya li hemberî Rêber Apo. Em bang li milîs û gelê xwe dikin ku bila xwedî li pêngava ‘ji Rêber Apo re Azadî’ derkevin û li hemberî rejîma şerê taybet jiyana me ya exlaqî û civakî biparêzin. Em sond dixwin ku em ê ji kesên ku nirxên exlaqî yên civaka me dikin hedef hesabê van êrîşan bipirsin."