Girtiyê nexweş bi vîrûsa koronayê ket

Girtiyê nexweş Nîmet Degîş ê 63 salî ku 29 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa L a Maraş Turkoglû tê girtin, bi vîrûsa koronayê ket. Sûltan Degîş diyar kir ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya hevserê xwe ew agahiyan nagirin, lewma bi fikar in.

Nimet Degîş (63) ê girtiyên nexweş ku niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûya Mereşê dimîne bi vîrûsa koronayê ket. Degîşê ku 28 sal û nîvin girtiye nexweşiyên wî yên weke faranjît, guatr, fitik, gurçik û rûviyan hene. Degîşê ku 7’ê Kanûnê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mereşê, testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket.
 
RAYEDARÊN NEXWEŞXANEYÊ GERIYAN
 
Hevjîna Degîş, Sûltan Degîş, diyar kir ku êvara 7’ê Kanûnê rayedarên girtîgehê li wan geriyane û gotine ‘testa hevjînê we pozîtîf derketiye.’ Degîş, anî ziman ku rojên derbasbûyî ji ber nexweşiya guatirê hevjînê wê rakiribûn nexweşxaneyê û wiha got: "Piştre 14 rojan xistin karantînayê. Nexweş bû û nedikarî pêwistiyên xwe pêşwazî bike. Ji ber vê yekê em hîn bûn ku hevalê wî yê odeyê Azîz Atlig ji bo lê binêre birine cem wî. Hêj karantînaya wî ya 14 rojan xelas nebûye, ji ber ku nerehet bûye careke din rakirine nexweşxaneyê. Li nexweşxanê testa wî ya koronayê dikin û wî paşve dibin girtîgehê û dixin karantînayê. Di 7’ê Kanûnê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mereşê li me geriyan û gotin testa hevjînê te pozîtîf derketiye, lê me ji wan re got hevjînê min di girtîgehê de ye. Sebebê lêgerîna wan ji ber di pergala wan de nimreya me ya telefonê hebûye."
 
TELEFON LI RÛYÊ WAN GIRTIN
 
Degîş, da zanîn ku wan di 8’ê Kanûnê ji bo agahî ji hevjînê xwe bigire li girtîgehê geriyane û wiha axivî: "Li şûna ku rayedar agahiyê bidin me, pirsa encam testê ya ku em ji ku derê hînbûne ji me kirin. Ji ber ku me got, 'em ji nexweşxanê fêr bûne' telefon li rûyê me girt."
 
'NEXWEŞ Û PÎR E WÊ ÇAWA BAŞ BE'
 
Degîş, destnîşan kir ku rojê du caran li girtîgehê digerin lê agahiyeke baş nagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dibêjin rewşa wî baş e lê em ji wan bawer nakin. Em mereq dikin, dixwazin agahiyekê jÊ bigirin û rewşa wî bizanin. Kalekî  63 salî ye û gelek nexweşiyê wî hene. Çawa baş dibe, em nizanin."
 
BANGA LI RAYEDARAN
 
Degîş, bang li rayedarên dewletê kir û got: "Salek û nîv cezayê wî maye û gelek nexweş e. Serbest berdin, bila hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan."