Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz hate qetilkirin

Girtiyê bi nexweşiya giran Bazo Yilmaz, ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê dîl dihate girtin, hate qetilkirin.

Girtiyê bi nexweşiya giran Bazo Yilmaz ê 67 salî ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê dîl dihate girtin, doh êvarê hate qetilkirin.

Cenazeyê Yilmaz rakirina Saziya Tipa Edlî ya li Rihayê.

Yilmaz di 8'ê Sibata 2021'ê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê rakirin Saziya Tipa Edlî, lê belê rapora "dikare li girtîgehê bimîne" jê re hatibû dayin. Li Dadgeha Destûra Bingehîn îtiraz li raporê htae kirin, lê nehate qebûlkirin. Yilmaz ku bi Nexweşiya Pişikê ya Kronîk (KOAH) ketibû, bêyî cîhaza oksîjenê nikarîbû hilmê bistîne.

Şaredarê berê yê Goganê û endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Bazo Yilmaz, ji ber endametiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 12'ê Kanûna 2016'an de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû girtin. Sala 2018'an jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê li Yilmaz hatibû birîn.