Girtiya siyasî Celaliyan dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan jî di nav de 10 girtiyên siyasî ji bo şermezarkirina zext û zordariya li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Tevna Mafên Mirovan a Kurdistanê ve hate ragihandin, girtiya siyasî Zeynep Celaliyan a li bajarê Xoy ê eyaleta Ûrmiyeyê girtî ye û 9 hevalên wê dest bi greva birçîbûnê kirine. Hate gotin, girtiyên siyasî şert û mercên girtîgehê şermezar dikin.

Rewşa tenduristiyê ya Celaliyan roj bi roj nebaş dibe, lê destûr nayê dayin ku bê dermankirin. Tê gotin ku Celaliyan bi nexweşiya prtergîûm (nexweşiya çav), nexweşiya dev û enfeksiyona giran ketiye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî roja 25'ê Tebaxa 2017'an daxuyaniyek dabû û nerazîbûn nîşanî rayedaran dabû ku bi israr Celaliyan ranakin nexweşxaneyê. Rêxistinê gotibû, "Xuya ye rayedar dixwazin bi darê zorê wê ceza bikin û bike îtirafkar." Rêxistinê astengiya li pêşiya tedawiya Celaliyan weke êşkenceyê bi nav kiribû.

Aktîvîst Celaliyan a 36 salî ya ji Mako, sala 2008'an li bajarê Kirmaşanê hate girtin. Destpêkê cezayê sêdarkirinê lê hatibû birîn, piştre ji sûcdariyên "Dijminatiya li Xwedê" û endametiya li partiyeke Kurd cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn.