Gerîlayên YJA Starê lê dan: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li herêma Bêzelê ya Şemzînanê li leşkerên Tirk ên li ser Girê Sîvrî dan. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Şemzînanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "11'ê Adarê saet 10:15'an hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Sîvrî yê herêma Bêzelê çalakiyek pêk anîn. Dema ku leşker li kulûbeya nobedê ya li ser gir kom bûbûn, derbên giran li wan hate xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê. Danê êvarê saet 20:00 leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist."

BOMBERDÛMANA BALAFIRÊN ŞER

Di dewama daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk hate gotin, "11'ê Adarê saet navbera 06:30 û 09:00 balafirên şer bombe li qada Sida ya herêma Zê û derdora gundê Kanî Sarkê yê herêma Garê barandin.

12'ê Adarê saet 08:45'an balafirên şer careke din bombe li Girê Şehîd Şahîn ê li qada Kunişka yê herêma Zê barandin.

Ji ber bomberdûmanê zerar li hêzên me nebû."