Gerîlayên YJA Star û HPG'ê: Em bi gelê xwe yê li Efrînê re ne

Derbarê êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk ya li Efrînê, gerîlayên HPG û YJA-Starê ji ajansa me re axivîn û gotin, PKK bi gelê Efrînê re ye.

Di 19’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirkiyeyê bi hinceta; ‘Em sînorên xwe diparêzin’ tevî çeteyên OSO’yê, êrîşî Efrînê kirin. Li hemberî dagirkerî û faşîzma dewleta Tirkiyeyê, gelê Efrînê ket nav berxwedanê. Li dijî vê dagirkeriyê gerîlayana gotin: PKK bi gelê Efrînê re ye.

‘ÇAWA KU KOBANÎ NEKET, WÊ EFRÎN JÎ NEKEVE’

Yek ji gerîlaya YJA-Starê Axîn Amed di destpêka axaftinên xwe de anî ser ziman ku weke her berxwedaniyên di dîrokê de, berxwedaniya Efrînê jî wê bidome û wiha berdewam kir; “Ev demeke li Efrînê berxwedaniyek tê meşandin û diyar e ku heya ev berxwedan bigihêje serkeftinê, wê berdewam bike. Weke her carê berxwedaniya Kurdan ya li hemberî zilm û zoriyê, wê li Efrînê jî bidome. Beriya niha demekê dijmin xwest li Kobanê jî heman tiştî bike. Dijmin xwest gel û PKK’ê di wê derê de tasfiye bike. PKK heya niha jî li pey armanca xwe û xeta xwe ye û ew ê heya dawiyê jî li pey xet û armanca xwe be. Di dîrokê de şerê ku li dijî Kurdan hatî meşandin û qetlîamên hatine kirin, bi berxwedanê hatine pêşwazî kirin. Ev jî îspata vê yekê ye; çawa ku Kobanê neket, Efrîn jî wê nekeve. Em bi her awayî ji bo Efrînê amade ne û nahêlin gelê Efrînê bi hêsanî axa xwe biterikîne, bihêle ji dijmin re. Jixwe gel jî niha li ber xwe didin, em jî her tim li gel gelê xwe ne.”

‘DAXWAZÊN WAN WÊ DI QIRIKA WAN DE BIMÎNE’

Gerîlaya YJA Starê Axîn Amed bal kişand ser berxwedana serdemê ya Efrînê û axaftina xwe wiha domand; “Em vê berxwedanê wekî berxwedana serdemê dibînin. Em ê bi hemû hêza xwe bi gelê xwe yê Efrînê re bibin yek. Di vê mijarê de bila kes gumanan neke. Bila keyfa kesî jî neyê, gelê me yê Efrînê axa xwe bernade, ji ber ku gelê me dizane hêza PKK’ê li pişt wan e. Heman demê ji bo berxwedan bê meşandin, jinê her tim pêşengtî kiriye. Di dîrokê de mînakên wekî Zarîfeyan û Besêyan pir in. Li Kobanê hevala Arîn çawa xwe di nava dilê dijmin de teqand, li Efrînê jî hevala Avesta heman tişt kir. Ev jî dide diyarkirin ku ruhê PKK’ê yê fedaî her tim dijî û di nava dilê dijmin de xwe dide teqandin. Çawa ku li Kobanê daxwazên wan di qirka wan de ma, wê li Efrînê ji daxwazên wan di qirika wan de bimîne. Ji ber ku li Kurdistanê êdî hêzek heye û ew hêz tu carî gelê xwe bi tenê nahêle. ”

‘DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SER ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ DIKE’

Gerîlaya HPG û YJA-Star ê ya bi navê Bêrîtan Avareş di axaftinên xwe de anî ser ziman ku bila gelê Kurd bi propangandayên dewleta Tirk nexapin û berdewamiya qiseyên xwe wiha domand: “Ev demeke li Efrînê berxwedaniyek dîrokî tê meşandin. Dewleta Tirk diyar dike ku ew sivîlan nakin hedef, lê ev derew e. Yek ji nûçegihanê medyaya nêzî desthilatdariyê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşî sivîlan dike. Bila tu kes, gelê me yê li perçeyên din, li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Em wekî gerîlayên HPG û YJA-Starê, weke gerîlayên Apoyî ji bo Efrînê, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, em amade ne ku ji bo gelê xwe şer bikin. Bila dewleta Tirk bizanibe ku Efrîn ne bi tenê ye, gelê Efrînê ne bi tenê ye. Em jî wekî gerîlayên Kurdistanê li gel Efrînê ne û em Efrînê nadin dagirkeran.”

‘EV ÊRÎŞ TÊ WATEYA ÊRÎŞÊN LI SER HEMÛ KURDISTANÊ”

Gerîlayê HPG’ê Agir Amed di destpêka axaftina xwe de da diyarkirin ku ew amade ne li hemberî her cure dagirkeriyê şer bikin û wiha pêde çû; “Ev bû demek artêşa Tirk û hikumeta AKP’ê li hemberî Efrînê êrîşek dagirker daye destpêkirin. Pratîka me her kes dizane, çawa em xwedî li Bakurê Kurdistanê derketin, em ê xwedî li gelê xwe yê Efrînê jî derbikevin. Weke fermandariya me jî da diyarkirin em her tim ligel gelê Efrînê ne, em amade ne ji bo Efrînê şer bikin. Divê gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê, nexasim gelê me yê Bakurê Kurdistanê çawa ku di 6-7’ê Cotmehê de xwedî li Kobanê derket, pêwîst e bi yekdengî xwedî li Efrînê jî derbikevin. Di çapemeniyan de jî diyar dibe ku artêşa Tirk ya ku nikare li hemberî YPG-YPJ’ê şer bike, êrîşê şênî û sivîlan dike. Vê yekê jî berevajî dikin. Divê ciwanên Bakurê Kurdistanê, xwedî li Efrînê derkevin û bêdeng nemînin.”

Gerîla Agir herî dawî ev bang li ciwanên Kurd kir; “Divê em rê nedin ku dewleta Tirk pêşî li destkeftiyên gelê Kurd bigire. Eger gelê me ji bo Efrînê ranebin, wê rojek din êrîşî cihekî din bikin. Ev êrîş tê wateya êrîşên li ser hemû Kurdistanê. Divê ciwanên me di pêngava ‘Serî Hilde’ de xwedî li Efrînê derkevin û li gor fikir û ramana Rêber Apo di nava parastina cewherî de cihê xwe bigirin.”