Gerîlayên KCR'ê bang li ciwanan kirin: Li têkoşîna xwe bibin xwedî

Gerîlayên KCR'ê bang li ciwanan kirin ku xwedî li têkoşîn û berxwedana xwe derkevin. Gerîlayan gotin; "Berî her tiştî pêwîst e em têkoşîneke radîkal bimeşînin, ew têkoşîna radîkal jî li çiyayên azad heye."

Gerîlayên Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) derbarê erk û berpirsiyariya Ciwanên Kurdistanê  li dijî dagirkeriyê fikrên xwe diyar kirin.

Endama Koordînasyona KCR Rûheyv Agirî teqez kir ku pêvajo pêvajoyeke têkoşîn û berxwedanê ye û got, "Niha dem dema pêvajoya serhildanan e, pêvajoya berxwedaniyê ye. Vê pêvajoyê li çar parçeyên Kurdistanê dest pê kiriye û li dinyayê belav bûye. Ew jî bi pêşengtiya jinan pêk tê. Lewma pêwîst e jin pêşengtiya vê şoreşê berdewam bikin û erka xwe ya pêşengtî xurtir bikin ji bo ku em bigihêjin asta serketinê. Bi taybetî jin ên ciwan diqirîn û dibêjin 'ez ê tu carî dagirkeriyê qebûl nekim û di nav xefkên mal de ez ê qebûl nekim, di nav kolanekê de ez ê neyêm girtin, xwe bi kesî ve girê nedim û koletî ji bo xwe qebûl nekim' dadikevin kolanan.

'PÊWÎSTE BERÊ XWE BIDE ÇIYAYÊN AZAD Û BIBE ŞERVANA HEQÎQETÊ'

Di vî alî de jî hemû şoreşên ku hatin di sekna jin ên ciwan de hatin kirin. Em îro jî dibînin ku di serhildanan hemûyan de bandora ku tê kirin jinên ciwan in. Divê jin ên ciwan vê berxwedaniyê zêdetir xurtir bikin, bi taybet wekî serhildanên ku li Rojhilat tên çêkirin, meşên ku tên çêkirin li dijî dagirkeriya Îranê, pêwîste zêdetir xwedî helwest be. Ji ber ku di vê dema dawî me dagirkeriya dewleta Îranê dît a ku li dijî jin ên ciwan dimeşand ku bêdeng bibin. Ew zanin ku bi hêz û îradeya jin ên ciwan wê dagirkerî têk biçe. Lewma jin ên ciwan her tim dikin hedef. Divê jin ên ciwan li her cihî denge xwe bilind bike li hember vê dagirkeriyê.

Divê jin ên ciwan xwedî helwest be, bêdeng nebe, bêje li ku derê berxwedan hebe divê ew li wir pêşengtî bike. Ji bo xwedî li ax û warê xwe derkeve pêwîste berê xwe bide çiyayên azad û bibe şervana heqîqetê da ku vê desthilatdariyê û dagirkeriyê ji holê rake."

Endama KCR'ê Dêrsim Tolhildan derbarê rewşa dawî ji çiyayên azad nerînên xwe par ve kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Wek ku tê zanîn di  van salên dawî de dewletên dagirker êrîşên xwe li dijî gelê Kurd zêde kirine. Her dewletekê Kurdistan di nava dewleta xwe de kiriye çar parçe, li gorî berjewendiyên xwe nêzî gel bi taybetî jî ciwanan dibin. Li ser çar parçên Kurdistanê leyistokên pir xirab dimeşînin.

'TEKOŞÎNA RADÎKAL LI ÇIYAYÊN AZAD HEYE'

Niha li beramber van kiryaran, li beramber van qetlîaman bêdengmayin sûc e, ji bo vê jî helwesteke mezin pêwîst e. Ew jî di aliyê ciwanan de divê pêk were. Divê civak bêdeng nebe, divê helwesteke mezintir bê nîşandan. Ew helwest helwesteke redkirina komploya sîstemê ye, ew sîstema dagirker ku xwe li çar parçê Kurdistanê bi cîh kiriye û li her derê zarokên Kurdan qetil dike, li her derê êrişî Kurdan dike. Li refên şoreşê cihê xwe bigire, yanî helwesta ya herî radîkal ev e.

Heger nahêlin ciwan bi azadî jiyana xwe berdewam bikin, bila ciwan jî wê dewletê red bikin, heke ew jî nebû wê demê dikarin berê xwe bidin çiyayên azad û li dijî wê têbikoşin. Li ku derê têkoşîn hebe berê xwe bidin wir, divê li wan deveran têkoşînê bilind bikin. Berî her tiştî pêwîste em tekoşîneke radîkal bimeşînin, ew tekoşîna radîkal li çiyayên azad heye, tekoşîna azad li Rojava heye, li Rojhilat heye, li Başûr heye, li Bakurê Kurdistan û çiyayê wê heye."