Gerîlayên HPG'ê: Wê Sêrt xwedî li îradeya xwe derkeve

Gerîlayên ji Sêrtê diyar kirin ku hilbijartina roja Yekşemê gelekî girîng e û bal kişandin ser vî tiştî ku wê gelê Sêrtê dawî li dagirkeriya Erdogan bîne û wê xwedî li îradeya xwe derkeve.

Gerîlayên HPG’ê yên ji Sêrtê derbarê hilbijartina herêmî ya vê Yekşemê bang li gelê Sêrtê kirin ku bila xwedî li îradeya xwe derkevin.

Gerîlayê HPG’ê Egîd diyar kir ku Erdogan bi pakêteke çay nikare gelê Sêrtê bixapîne û got ku, “Sêrt welatê Kurdan e. Sêrt Xerzan û Botan e. Sêrt ne welatê dewleta Tirk e. Ji ber vê jî Sêrtê her dem rol û mîsyona xwe bi cih aniye. Divê gelê Sêrtê di vê hilbijartinê de ji Erdogan re bibêje ku em Kurd in û em xwedî li îradeya xwe derdikevin. Sêrt ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve di nav Tevgera Azadiyê de ye û bi sedan şehîd daye.

WÊ XESPKAR CAREKE DIN HÊZA GEL BIBÎNIN

Gerîlayê HPG’ê Cîger bi pîrozkirina Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya dayîkên şehîdan dest bi axaftina xwe kir . Gerîlayê HPG’ê Cîger got ku “Gelê me ew ê îsal faşîzmê hilweşînin. Her deng wê bibe hilweşandina faşîzmê û tunebûna dagirkeran. Dewleta dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî gel û çanda gel û zimanê wê dike. Şervanên berxwedêr ên li Xerzan û Botanê hemû êrîşên dewleta Tirk pûç kirin. Ez bang li gelê Misirc, Şêrwan, Sêrt, Dihê û Berwarî dikim, xwedî li îradeya xwe derkevin. Xespkar wê careke din hêza gelê Botan û Xerzanê bibîne. Em bawer in ku wê gelê Sêrtê dawî li dagirkeriya  Erdogan û Bahçelî bîne. Em dizanin ku wê gelê Sêrtê xwedî li berxwedanê derkeve û wê azadiya Kurdistanê mayînde bike. Em dîsa dibêjin, roj roja xwedîlêderketina azadiyê ye.”