Gerîlayên HPG’ê li Amedê çalakî lidar xistin

Gerîlayên ku leşkerên li navçeya Pasûr a Amedê derketibûn operasyonê xistin di bin kontrola xwe de ji nêz ve li wan xistin. Di şerê qewimî de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da, têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên arêtşa Tirk agahî parve kir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedaran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, 24’ê Tebaxê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gever ên Colemêrgê çalakiyên xurt lidar xistin.

Hêzên me yên YJA Star saet 16:30’an, li dijî Girê Astenga Reş a ewlekariya Qereqola Wargenima ya Geverê digirtin çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin ji 2 baskan ve hatin lêxistin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi hewan û obusan qad bombe kiriye, kuştî û birîndarên xwe di saet navbera 21:30’an de bi helîkopterên Skorsky ji qadê rakirine.

Hêzên me dîsa saet 09:30’an de li dijî leşkerên li Girê Bayê yê girêdayî Geverê bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Saet 13:00’an hêzên me, çalakiyeke ku çeperên dijmin ên Qereqola Dizgê ya girêdayî Şemzînanê kirin hedef pêk anîn. Di vê çalakiya ku çeper xurt hatin lêxistin de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehatin zelalkirin.

Hêzên me saet 07:30’an, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Qereqola Girê Ortê rêze çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di çalakiyê de leşekerek hate kuştin. Hêzên me dîsa heman saetan, Qereqola Şikêr kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birînarên dijmin nehate zelalkirin.

Saet 14:00’an hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Koordîne yê girêdayî navçeya Geverê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi dijwarî hatin lêxistin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

LEŞKERÊN DERKETIBÛN OPERASYONÊ XISTIN DI BIN KONTROLA XWE DE

20’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li herêma Dorşîn a girêdayî navçeya Pasûr a Amedê dest bi operasyonekê kiribû. 21’ê Tebaxê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û Kobrayan hêzên dijmin qad bobmerdûman kirin, saet derdorî 21:00’an bi helîkopterên Skorsky leşker li deverên Eskar û Toros hatin danîn. 22’yê Tebaxê hêzên me yên ku yekîneyeke ya operasyonê xistin kontrola xwe, saet derderorî 16:00’an, ji nêz ve lêxistin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, kontrayek jî birîndar bû.Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra bi dijwarî qad bombe kiriye. Di encama bomberdûmanê de li bejahiyê şewat derketiye. Hevrêyê me Serhilan ê di encama bomberdûman û şer de bi qehremanî li dijî dijmin şer kir, şehîd ketiye. Di operasyonê de kesek bi navê Mahîr jî xwe radestî dijmin kiriye. Hêzên operasyonê avêtin ser gundê Eskar, zext li gundiyan kiriye, 3 gundî xistin bin çavan û êşkence li wan kirine. Operasyon 22’yê Tebaxê di saetên şevê de ji herêmê vekişiyaye.

Nasanameya gerîlayê me yê şehîd ketî wiha ye.

 

Nasnav: Serhildan Malatya
Nav û Paşnav: Ûtkî Canbakir
Cihê Jidayikbûnê: Meletî
Navê Dayikê - Bav: Nermin – Atîlla
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/22’yê Tebaxa 2017

ARTÊŞA TIRK LI KOPÊ AVÊTIN SER GUNDAN

18’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li derdorî ava Murat û navçeya Milazgir û Kopê ya Mûşê dest bi operasyonekê kiribû. Hêzên operasyonê li qadê zext û êşkence li gundiyan kirine û gelek kes jî binçav kirine. Opersyona dijmin a li herêmê hê jî dewam dike.

GERÎLAYÊ KU ÇÛ SER ERKA XWE ŞEHÎD KET

23’yê TEbaxê gerîlayekî mey ê deam li nêzî Yenîmahale ya navçeya Gever a Colemêrgê li ser erka xwe bû, rastî hêzên dijmin hatiye. Hevrêyê me Hogir ê bi hêzên dijmin re kete şer, ji bo bi sax nekeve destê dijmin, xwe şehîd xistiye.

Nasnameya gerîlayê me yê şehîd ketî wiha ye:

 

Nasnav:Hogir Bakûstan
Nav û Paşnav: Ûgûr Daşkan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayikê - Bav: Sûltan - Nezîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2017

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DOM DIKIN

24’ê Tebaxê saet derdorî 13:00-15:40’an, balafirên şer ên artêşa Tirk devera Deşta Kafya ya girêdayî Herêma Garê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kiriye.

24’ê Tebaxê saet 19:40’an, devera Gundê Karê yê girêdayî Herêma Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ve û roja din saet 02:00’an devera Kokerê hatiye bomberdûmankirin.