Gerîlayên HPG'ê: Îro wê bibe dîrok, em berxwedanê geş bikin

Gerîlayên HPG'ê Heftiya Lehngiyê pîroz kirin û gotin divê berxwedana greva birçîbûnê were geşkirin. Gerîlayan ev peyam dan: ''Em ê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li Kurdistanê biqedînin''.

Gerîlayên HPG'ê ji bo Heftiya Lehengiyê ji ANF'ê re axivîn..

Gerîla Kemal Botan di şexsê Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) de hemû şehîd bi bîr anî û Heftiya Lehengiyê li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir.

'GIYANÊ HEVAL EGÎD TÊ TEMSÎLKIRIN'

Botan bal kişande ser êrîşên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, li dijî tecrîdê û êrîşên qirker ên tifaqa faşîst bal kişande ser grevên birçîbûnê yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin û li Kurdistanê û li Ewropayê berbelav bûne û got, ''Di berxwedana berxwedêrên zindana de, giyanê heval Egît tê temsîlkirin û jiyandin.''

Gerîla Botan bal kişande ser rola gerîla ya di vê pêvajoyê de û got,, ''Bi hatina biharê re çi ji dest me tê em ê wê bikin, divê hemû gelê me vê bizanibe. Emgerîlayên HPG'ê, em ê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê biqedînin. Alaya berxwedanê ya ku bi pêşengiya heval Leyla Guven dest pê kiriye, em ê hilgirin û bibin serfiraziyê.''

'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DIVÊ WERIN GEŞ KIRIN''

Gerîla Şevîn Amed jî Heftiya Lehengiyê pîroz kir, bi bîr xist ku nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya PKK'ê ya li şehadetan ew e ku, pêngavek tê avaêtin û tol tê hildanîn, domand, ''bi şehîdbûna Hakî Karer jî  Rêbertiya me PKK ava kir. Bi şehîdbûna  heval Egîd re artêş hate avakirin, şehîdbûna heval Bêrîtan artêşbûna jinê bi xwe re anî. Ji bo vê jî şehadet ji bo me tê maneya ku em pêngavekê bidin ber xwe û bi vê tolê hilînin.''

Gerîla Amed jî grevên birçîbûnê yên li djî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ''Li bara van çalakiyên nirxdar û watedar divê bi hurmet em bejna xwe bitewînin, ji bo vê jî divê em heftiya lehengiyê watedar bikin û geş bikin. Banga me ew e ku her kêlî giyanê lehengiyê were jiyîn û em çalakiyê geş bikin. Hemû ciwan û jin divê tevlî vê berxwedanê bibin.''

'PÊVAJOYEKE PIR GIRÎNG E, TIŞTÊN KU TÊNE JIYÎN WÊ JI CIVAKÊ RE BIBIN MÎRATE'

Gerîlayê HPG'ê Berxwedana Mawa jî Heftiya Lehengiyê pîroz kir û got, ''Di pêvajoya berxwedanê ya 40 salî ya PKK'ê de bi pêşengiya heval Egîd û Mehmet Karasûngur lehengiyên mezin hatine jiyîn. He rwiha di berxwedana Sûrê de heval Çiyager, di berxwedana Cizîrê de gelek lehengên me mogra xwe li dîrokê dane. Di pêvajoya dawî de jî bi pêşengiya heval Leyla Guven û Nasir Yagiz, hevalan bedena ji bo rûmet û şerefê dane ber rojiya mirinê.''

Gerîla Mawa wiha domand: ''Em ji pêvajoyeke pir girîng derbas dibin, tiştên ku em dijîn wê bibin malî dîrokê, wê bibe mîrateya dîrokê. Ji bo 28'ê Adarê em soz didin Rêber Apo û gelê xwe. Bi manewiyata îro em ê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi ser bixin. Em ê rojên xwe yên serfiraziyê bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikni, em bi vê bawer in û ev biryardariya me heye. Di şexsê heval Mahsûm Kormaz da, armanc û xeyalên hemû şehîdên me armanc û xeyalên me ne, em ê vê armanca xwe mayinde bikin û serfiraz bikin.''