Gerîlayê HPG’ê Çiya: Lêgerînên mirovan divê ji bo azadiya civakê bin

Lêgerîna însanan di xeyalên wan de veşartî ye. Heke lêgerîna însanan ji bo azadiya civakê bibe, ji bo azadiya gelê xwe bibe, wê çaxê, divê her tişt di oxira wê de bê kirin. Rêwîtîya ber bi çiyayan ve jî jêveneger dibe û dikare parastina gelê xwe jî bike.

Ev lêgerîn ji bo her gerîlayekî bi wate ye. Ez di pêvajoya komployê de ji dayik bum. Îro têkoşîna min û xeyalên min azadiya Serokatîya me ye. Lêgerîna mîn ya azadiyê li Bajarê Şamê û ber bi çiyayên Kurdistanê ve dest pê kir.

Gerîlayê HPG’ê Dijwar Çiya, ku ev çar sal in li çiyayên Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser erka xwe ye. Di sala 1998’an de li bajarê Şamê ji dayik dibe. Wê wextê li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo tê destpêkirin. Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Suriyeyê derdikeve. Bi sedan ciwanên Kurd kû li hember komploya navnetewî xwe ranegirtin û berî xwe dan çiyayên Kurdistanê û beşdarî nav refên PKK’ê bûn. Dijwar Çiya jî yek ji wan ciwanên Kurd e.

Di her pêvajoya komployê de û li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîna Kurdan ya hevpar heman armanc û bi yek helwestê pêk tê û dîyar dibe. Gerîlayê Kurd Dijwar Çîya jî bi çîrokên dayîka xwe mezin dibe û hewil dide rastiya Kurd û rastiya komploya navnetewî ji nêz ve bişopîne û li hember êrîşan têbikoş e.

‘BIRYAR A MIN BÛ’

‘‘Biryara beşdarbûnê bi lêgerînên min çêbû. Her ciwanekî Kurd divê bi xwe biryara xwe bide. Heke dixwaze bi çand û dîroka xwe bijî, divê dîroka pergalê baş lêkolîn bike. Di nav malbatê de zarokê xort ez tenê bûm. Rêwîtî û lêgerînên min bi qise û gotinên dayikê dest pê kirin. Di nav 20 salan de xebatên serokatî yên li Suriyeyê min hewil dida ku fêm bikim. Ev lêgerîn her ku diçû, berdewam kir. Wexta ku mirov hinek rastiya Kurdistanê dibîne, însan nikare êrîşên li ser gelê me qebûl bike. Ti hêzên deshilatdar azadiya civaka Kurd naxwaze, her tişt bi plan bi rê ve diçe. Pêwîstîya însan bi têkoşîneke xurt heye. Heke civaka te bê tunekirin, nasnameya te bê înkarkirin, rêbazên têkoşînê cuda dibe, Serokatîya me ev 21 sal in di girtîgehê de berxwedaneke bê navber didomîne. Ez jî wek gerîlayekî Kurd di vê pêvajoyê de û awayekî bi hêz xwe bi şerekî mezîn re amade dikim. Êrîşên li ser Rojava jî bi armanca qirkirina gelê me çêbû. Dewleta Tirk ne tenê li Rojava, li her deverê Kurdistanê, dagirkeriya xwe bi rê ve dibe. Însan her biryarên ku di wextê wê de dide girîngîya wê heye. Ez bawer im biryara min û rêwîtîya min ya li ber çiyayên Kurdistanê ve wê wateyek xwe hebe.’’

‘JIDAYIKBÛN Û KOMPLO DI HEMAN SALÊ DE PÊK TÊ’

“Ez carinan li ser jidayikbûna xwe û li ser komployê difkirim. Ji jidayikbûna min vir ve komplo li ser Serokatî û li ser gelê me didome. Ji jidayikbûna min vir ve û her çendî berxwedana gerîla heye jî li hember plan û lîstokan kêlî bî kêlî berxwedanek lazim e. Gerîla dikarê ve berxwedanê bi rê ve bibe, gerîla dikare, ji civaka Kurd re pêşengtiyê bike. Di vê sala nû de her hevalekî me bi biryar xwe amade dike. Di van amadekarîyan de hewl didin, planên li ser gerîla planên qirkirinê pûç bikin. Heke em têkoşîna xwe li her deverê xurt bikin, wê rêwîtîya me ya li ber bi çiyayan ve encamekî xwe hebe. Jidayikbûn jî wê bi wate bibe. Komploya li ser Serokatî û ya li ser mirovahîyê jî wê bi teqez bê pûçkirin.’’