Gerîlayan li Şemzînanê li wesayîteke zirxî dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlan li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li wesayîteke leşkerî dane.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev gahî par ve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 2’yê Tebaxê saet 14:30’î li dijî wesayîteke leşkerî ya dagirkeran ku ji Qereqola Bêzelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi gunêd Bezenoyê ve diçû çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li wesayîtê hate dayîn, wesayît derbe xwar, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zanîn.

LI GEVERÊ OPERASYONA LEŞKERÎ

2’yê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Esendere ya Gever a Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kiriye. Her ku agahiyên din ên li ser operasyona ku hê jî dewam dike hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

LI AVA ŞÎN ÊRÎŞ

3’yê Tebaxê di saetên sibê de artêşa TC a dagirker gundê Dirê û Geliyê Basya ya girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel devera Geliyê Hesenan bi obus û hewanan bombe kir. Di vê bomberdûmanê de daristanên li qadê şewitî û şewat hê jî didome.”