Gerîlayan li Şemzînanê li dagirkeran xistin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de tên kirin dewam dike.

HPG’ê got: “13’ê Hezîranê hêzên me saet 09:30’î li dijî leşkerên li qontara Şikêrê ya ku ewlekariya Qereqola Bêzelê ya girêdayî Şemzînan a Colemêrgê dikirin, çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn.

Hêzên me yên YJA Star heman rojê saet 11:00’an li dijî leşkerên TC’ê yên li devera Deriyê Pen ên dikeve Herêma Govendê ya girêdayî Şemzînanê rêze çalakiyên sekvaniyê lidar xistin. Di van çalakiyên hatin pêkanîn de 2 leşker hatin kuştin.

13’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 20:00’ê qada Dola Çil û Çar a girêdayî Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştine hêzên me.”