Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên li Metînayê hatin desteserkirin, weşand
Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî weşand ku li Metînayê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed de desteser kirin.
Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî weşand ku li Metînayê di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed de desteser kirin.
Gerîla TV beşa dawî ya dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Amed weşand ku 26'ê Mijdara 2023'an ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve hate lidarxistin.
Di dîmen de gerîla amûrên leşkerî yên desteserkirine nîşan didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha ragihandibû ku di encama operasyona şoreşgerî de 18 leşkerên Tirk hatine cezakirin û li ser amûrên leşkerî yên hatin desteserkirin ev agahî dabû: "Hêzên me li ser cenazeyên dagirkeran çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî MPT-55, 12 şarjorên çeka MPT-55, dedektorek, 2 durbînên çekan, telefoneke uyduya mezin, 2 telefon, durbuneke termalê, 2 powerbank, 4 baranparêz, 2 qapûte, yelekeke êrîşê, 5 çente, taximeke cilên leşkerî, kaskek, çenteyeke tenduristiyê, termosek, cotek lepik û 2 birek desteser kirin."