Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 29'ê Mijdarê ya li herêma Heftanînê weşand ku di encamê de 5 dagirker hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê ev agahî parve kiribû:

" Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Konferansê ya Mezin di 29'ê Mijdarê de saet di 13:00, 14:00 û 15:30 de çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de derbên giran li stargehên dijmin û kepçeyekê hate xistin. Di encamê 5 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû."