Gerîla TV dîmenê çalakiya li Heftanînê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 18'ê Gulanê ya li herêma Heftanînê weşand, ku di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.
Gerîla TV dîmenê çalakiya 18'ê Gulanê ya li herêma Heftanînê weşand, ku di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê ev daxuyanî dabû:
"Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me 18'ê Gulanê saet di 08:00 de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Konferansê ya Mezin çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn."