Gerîla Masîro Gîvara bi meş û merasîmeke girseyî hate bibîranîn

Gerîlayê HPG'ê Masîro Gîvara, li navçeya Pêncewîn a Silêmanî bi meş û mîtîngeke girseyî hate bibîranîn.

Meş û merasîma ji bo bîranîna gerîlayê HPG'ê Hilmet Mihemed bi nasnav Masîro Gîvara, ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê li başûrê Kurdistanê hate organîzekirin.

Girseya gel li ber mizgefta Nizareyî ya Pencewînê li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" heta ber Saziya Malbatên Şehîdan meşiya.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên axivî û got, "Heval Hilmet ciwanek bû ku biryara têkoşînê da. Bi têkoşîna xwe ya mîna pola  karî malbata xwe ya hêja qane bike ku têkoşîna gelê Kurd û gelên bindest bêy ku xwîn bê rijandin nagihije encamê."
 
Hisên destnîşan kir, ku ne ji ruhê şehîdan be yekîtiya neteweyî pêk nayê û got, wê heta awiyê dilsozê têkoşîna şehîdan bin.

Bavê Şehîd Masîro, Mihemed Salih jî xêrhatina kesên di merasîmê de amadebûn kir û got: "Şehîd ne tenê şehîdê me ye. Şehîdê gel e. Ez gelek spasiya kesên amade ne, dikim."

Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdên PKK'ê li Başûrê  Kurdistanê Beyan Ferîc jî axivî û got: "Şehîd Hilmet di çalakiya 16'ê Tebaxê de ji bo cejna vejînê 15'ê Tebaxê li dijî dijmin pêk hat, şehîd bûye. Em ê li ser şopa şehîdan bin."

Di merasîmê de peyamên RJAK û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê jî hatin xwendin. 

Hilmet Mihemed yê bi nasnav Masîro Gîvara sala 2011'an beşdarî nava refên gerîla dibe. Roja 16'ê Tebaxa 2017'an di çalakiya dijî hêzên dagirker ên Tirk de, li ser Girê Deryaberoj li herêma Besta ya bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê şehîd bû.