Gerîla li hêzên dagirker xist: 5 leşker mirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li qadên Cûdî û Kela Memê ketibûn operasyonê çalakî kirin û tespîtbûyî 5 leşker hati kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla daxuyniya nivîskî da.
HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re par ve kirin:

LI KELA MEMÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

''Artêşa Tirk a dagirker 26’ê Nîsanê li devera Kêla Memê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Artêşa Tirk a saet derdora  06:00’an bi desteka teknîkê li Geliyê Hêzil, Gundê Mêhrê û devera Diryan leşker danî, hêzên me baskeke yê operasyonê xiste bin kontrolê. Hêzên me 28’ê Nîsanê saet derdorî 15:00’an ji nêz ve li vê baska operasyonê da. Di encama lêdana xurt de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ev çalakiya ku ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Ayten Becet ve hate kirin, artêşa Tirk a darbên giran lêketin, 30’ê Nîsanê û şûnde neçar ma ku vekişe. Di vê çalakiyê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.

OPERASYONA LU CÛDÎ BÊENCAM VEKIŞIYA

Artêşa Tirk a dagirker 29’ê Nîsanê li devera Kursê Keça, Şkerê Kara, Çelê Jehrê, Deriyê Bêserê, Milê Bernê, Sefîne û Gundikê Remo yên girêdayî herêma Cûdî ya Şirnexê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Operasyona ku hatibû destpêkirin 30’ê Nîsanê saetên şevê bê ku encamek bi dest bixe vekişiyane.

3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Artêşa TC a dagirker 30’ê Nîsanê di saetên sibê de li deverên Girê Hirmo, Navser, Deriyê Xendek, Tepê Ortê, Teyrê Baz, Şehîd Yildiz, Kela Bêzar û Koşimyan dest bi operasyoneke berfireh kiribûn. Di vê operasyonê de ku bi helîkopter û balafirên şer qad hate bombekirin, 1’ê Gulanê saet derdorî 13:30’î hêzên me li dijî baskeke yê vê operasyonê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Heman rojê saet derdorî 15:00’an artêşa TC kuştî û birîndarên xwe rakirin û vekişiyan. Di bomberdûmana 30’ê Nîsanê de hevêryên me Roza Ekîn û Jînda di encama bomberdûmana balafirên şer de şehîd bûne.

Em soz didin ku em ê hesreta hevrêyên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bigihînin serketinê. Em ê piştre agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameyan bi raya giştî re parve bikin.

BALAFIRAN ZAP BOMBE KIRIN

Balafirên şer ên artêşa Tirk jî 3’yê Gulanê saet navbera 06:55-09:05’an devera Gundê Gilla a girêdayî Zapê a Herêmên Parastina Medyayê hatiye bomberdûmankirin. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştine hêzên me, ziyan gihiştiye erdnîgariya Kurdistanê.''