Gerîla li Gabarê li artêşa Tirk xist: 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Gabarê li dijî leşkerên Tirk ên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 21 û 22'ê Adarê yên li herêma Gabarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "21'ê Adarê saet 07:00 artêşa TC a dagirker li qada Sipiviyan a herêma Gabarê ya Şirnexê bi balafirên bê mirov û helîkopterên êrîşê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me heman rojê saet 17:00 li yekîneyeke operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya operasyonê hate xistin, 2 leşker hatin kuştin.

22'ê Adarê saet 16:45'an hêzên me yên YJA Starê li dijî navenda koordîneya operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî 2 çeperên dijmin hate lidarxistin û di encamê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist. Saet derdora 20:00 jî neçar ma xwe ji herêmê vekişîne. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye."