'Berxwedana zindanan li dijî konsepta faşîzmê ye'

"Di dîroka tevgera azadiyê de berxwedanên bêhempa hene. Çalakiyên greva birçîbûnê jî yek ji wan e, ji bo têkbirina tecrîdê ye. Eger piştgiriyeke xurt çêbibe, wê ev çalakî faşîzmê têk bibe."

Gerîlayê HPG'ê Haydar Garzan, berxwedana greva birçîbûnê ya zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, nirxand.

Gerîla Haydar Garzan diyar kir ku şerê herî mezin li girtîgehan tê meşandin û got, "Hevalên ku li zindanan li ber xwe didin, di greva birçîbûnê de ne, rastiya faşîzmê baş nas dikin. Tecrîda li Îmraliyê li ber çavên her kesî tê kirin. Lewma yên li dijî dijmin şer dikin, yên ku li zindanan ti carî teslîm nabin, gav bi paş ve neavêjin hevalên li girtîgehan e. Dewleta Tirk konsepta qirkirinê daniye pêşiya xwe. Ji bo berxwedana Kurdan û nirxên Kurdan têk bibe her tiştî dike. Tecrûbe û danhevên berxwedanê yên hevalên me hene. Li zindana Amedê berxwedanê hebû. Di roja me ya îro de jî berxwedana hevalên me yên ku ti carî tecrîd û faşîzmê qebûl nakin, bi çalakiyên xwe serî natewînin."

'DIVÊ KES XWE KERR Û LAL NEKE'

Gerîlayê HPG'ê Haydar Garzan destnîşan kir ku çalakiyên li girtîgehan bi wate ne, divê kes xwe kerr û lal neke û got, "Çalakiyên ku di 27'ê Mijdarê de hatin destpêkirin, wateyek xwe ya civakî, siyasî û dirokî heye. Roja vejîna Kurdan e, roja jiyana nû ye. Di sala 2019'an de û ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, dîsa ji bo Rêbertiya me re hevdîtin çêbibin, wê wextê jî çalakiyên dîrokî çêbûn, dostên Kurdan û dijminên Kurdan rastiya vê berxwedanê dîtin. Di girtîgehan de şerekî derûnî heye, şerekî taybet heye. Her kes dizane ku faşîzma li Tirkiyeyê, kaos û tengezariya hikumetê ye. Dewlet hem dixwaze tecrîdê rewa bike, hem jî bi konsepta faşîzmê dixwaze xwe li ser lingan bigre. Êdî li girtîgehan, li derve, ti wateya zext, êşkence û zordariyê nîne, hevalên ku di girtîgehan de çalakiyê dikin, ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya gelê xwe û ji bo azadiya Rêber APO çalakiyê dikin. Bi kurtasî giyana xwe, canê xwe danîne meydanê. Berxwedana wan manewî ye, jiyanî ye, zanistî ye û dirokî ye. Ev berxwedana bênavber didome, divê gelê Kurd û dostên Kurdan, xwedî vê çalakiyê derkevin. Divê tecrîda li Îmraliyê rojek berî rojekê bi dawî bibe. Divê kes li beramberê faşîzmê xwe ker û lal neke."