Gencer spartin axê

Cenazeyê Sînan Gencer ê ku dihat îdîakirin xwe li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê intixar kiriye, spartin axê.

Kar û barên otopsî yê cenazeyê Sînan Gencer ên ku dihat îdîakirin vê sibehê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Wanê girtî, li Navenda Tira Dursun Odabaş a Zanîngeha Sedsalê bidawî bû.

Ji bo cenazeyê Gencer li Taxa Suphan bispêrin axê, ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneyê hate girtin. Wesayîta cenaze ya ku ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ve hatî dorpêçkirin, piştî li mizgefta Eyup Sultan a li Taxa Suphan şuştin, ketin ser rêya goristanê. Li gel rêveberên Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmara (TÛHAYDER), Hevseroka Navçeyî ya Wanê ya HDP’ê Oznur Bartin, Parlementerê Wanê Murat Sarisaç û Alîkarê Hevserokan Umît Dede tevlî merasîma cenaze bûn.

Dorpêça polîsan ji mizgeftê hetanî goristanê dom kir û dayika Gencer ji bo kurê xwe hina çêkir. Xizmên ku tepsiya hinayê ya ku bi rengên kesk, sor û zer xemilandîn bilind kirin û gotin, “Sînan bû zava, em dest jî têkoşîna wî ber nadîn.”

Cenazeyê ku anîn goristanê di bin dorpêça polîsan de spartin axê. Polîsên ku bi dehan wesayîtên zirxî goristan dorpêç kirîn, endamên malbatê bi hêjmar girtin goristanê.