Xizmên Gencerê girtiyê siyasî: Em bawer nakin wî xwe kuştiye

Malbata Sînan Gencer ê ku tê îddîakirin li Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Wanê xwe kuştiye, baweriyê bi îddîaya rêveberiya girtîgehê ya ‘xwe kuştiye’ nayne.

Rêveberiya girtîgehê îddîa kir ku girtiyê siyasî Sînan Gencer vê sibehê xwe kuştiye.

Cenazeyê Gencer vê sibehê şandin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê.

Piştî otopsiyê malbatê ji bo veşartinê cenaze wergirt.

Keça wî Zeyney Gencer got ku: “Ji me re gotin xwe kuştiye. Wî nameyek ji me re hiştiye lê me nedît. Sînan her dem em tesellî dikir. Diyar dikir ku wê ji girtîgehê derkeve û rojên xweş bijî. Em bawer nakin ku wî xwe kuştiye. Ew me dixapînin. Sînan ketibû greva birçîbûnê jî.”

Gencer ê ku li şerekî li Maçkaya Trabzonê birîndar bûbû û piştî girtinê du caran muebet lê hatibû birîn, 15 sal in di girtîgehê de bû. Gencer di du salên dawîn de di hucreyeke yekkesî de bû. Li gorî xizmên wî li girtîgehê di warê wêne, ziman û qadên cihê de xebatên Gencer hebû.