Li Wanê mirina bi guman a girtiyekî

Hate ragihandin, li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê girtî Sînan Gencer bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ji bo otopsiyê cenazeyê Sînan Gencer serê sibehê birin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.

Malbata Gencer û parêzerên ku bi mirina Sînan Gencer hesiyan çûn nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên ku dan malbatê, rêveberiya girtîgehê îdîa kiriye ku Gencer dawî li jiyana xwe aniye. Agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.