HDP ji bo şaredariya Tetwanê bi biryar e

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç anî ziman, gelê Tetwanê ew bi coşeke mezin pêşwazî kiriye.

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya navçeya Tetwan a Bedlîsê yên ji bo hilbijartinên xwecihî didomin. Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç ji ANF'ê re axivî. Genç ji navçeya Tetwan a Bedlîsê ye, dayik û civaknasek e.

Genç bal kişand ser bedewiya xwezaya Tetwanê ku li qiraxa Gola Wanê ye, li quntara Çiyayê Nemrûdê ye û got, eger li navçeyê polîtîkayên rast bên meşand wê herêm bibe navendek ji bo tûrîzmê.

Der barê karên xwe yên hilbijartinê de Genç anî ziman ku nêzî 3 meh in bi rengekî çalak ji bo hilbijartinên xwecihî dixebitin û ji aliyê gel ve bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin.

Genç bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên navçeya Tetwanê û diyar kir, pirsgirêkên av, rê û paqijiyê hîn nehatine çareserkirin. Genç got, "Mirovên li navçeyê ji pirsgirêka bêkariyê bêzar bûne. Mixabin bikaranîna narkotî gihîştiye heta asta dibistana seretayî. Heta niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tiştek nehatiye kirin, helwestek nehatiye nîşandan."

Namzet Genç destnîşan kir, HDP wê di vê hilbijartinê de li Tetwanê dengekî bilind bi dest bixe û keleheke din li têkoşîna demokrasiyê zêde bike.

Genç anî ziman ku soza wan a herî mezin ji bo gel; durustî, hewldana ji bo aştiya civakî û aramiyê ye û got, karên bingehîn ên şaredariyê ji xwe ji bo me wezîfe ye.