Gelo li Wanê komên çekdar tên avakirin?

Li gundê Bardakçi yê ser bi navenda Wanê, li avahiyên TOKÎ'yê dema dawî kesên çekdar hatine bicihkirin.

Tê gotin, hewl tê dayin ku li Wanê komeke çekdar were birêxistinkirin. Gundiyan gotin, li avahiyên TOKÎ yên li gundê Bardakçi yê navenda Wanê demên dawî kesên çekdar hatine bicihkirin û ev kesên navborî şevê bi çekên xwe li derve digerin.

Gundiyan gotin, "Me ev mirovên çekdar beriya niha qet li vir nedîtin. Nû hatine vê derê. Bêyî ku xwe vegirin an jî veşêrin, bi çekên xwe bi hêsanî li nava TOKÎ digerin. Li vê derê bi sedan malbat hene. Em ji vê rewşê bi fikar in. Ev mirov kî ne, çima çek di destê wan de hene, em nizanin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala 1982'an Kenan Evren Kirgiz li erdê ku piştî Komkujiya Zîlanê ji aliyê dewletê ve hate desteserkirin hatibûn bicihkirin. Tirkên Kirgiz ên li herêma Zîlanê hatin bicihkirin niha cerdevanên dewletê ne. AKP hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Dema dawî bi hezaran penaber anî Wan û Colemêrgê. Dewleta Tirk li konên ku li hewşa Tabûra Jendermeyan a Rûbarokê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê veda, nêzî 5 hezar penaber bi cih kiribû. Bi hezaran penaberên ji Afganîstan, komarên Tirk ên Asya Navîn û Sûriyeyê hatin anîn, li Wan û Bedlîsê bi cih kiribû.