Gelo kî dikare vê zilmê li mirovan rewa bibîne?

"Tevî dayik, xwişk û birayên wî, em hatin cihekî li pêşberî sînorê Kobanê. Me berê xwe dan têlên li ser sînor û li merasîma cenazeyê kurê xwe temaşe kir."

"Tevî dayik, xwişk û birayên wî, em hatin cihekî li pêşberî sînorê Kobanê. Me berê xwe dan têlên li ser sînor û li merasîma cenazeyê kurê xwe temaşe kir."

Roja 21'ê Çileyê li Şehîdgeha Kobanê cenazeyên çar şervanên YPG'ê bi merasîmekê dihatin veşartin. Li aliyê Pirsûsê, Cûma Demîr, hevser û zarokên wî yên dilşewat, li vê merasîma li binê xetê temaşe dikirin. Yek ji çar şervanên di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn, kurê wan Hallac bû.

Malbata Demîr nekarî darbesta kurê xwe hildin ser milan. Bav Demîr dibêje, "Eger hûn bimeşin, di nava 5 deqeyan de dikarin xwe bigihînin wî cihî. Lê belê li wê derê merasîma cenazeyê kurê we heye û hûn ji neçarî li aliyê din ê têlan tenê dikarin lê temaşe bikin. Ev êş ne ya gotinê ye."

Niha ji nû ve li gora wî temaşe dikin.

Şervanê MLKP'ê yê ji Pirsûsê Îsmet Şahîn jî li Şehîdgeha Şehîd Dîcle radizê. Dayik Ferîde Şahîn dibêje, "Li vê derê, li rex min. Ez bang lê bikim, kurê min wê dengê min bibihîze, lê ez nikarim destê xwe deynim ser gora wî."

Di kêliyên bi vî rengî de sînor mezin dibin; sînor êş jî, hêrsê jî mezin dike. Zalimtî bi rengekî vekirî derdikeve pêşiya te. Û tu mirovan dibînin, ku ji wan matmayî dimînin bê çawa li pêşberî vê êşê îdare dikin...

TAYBETMENDIY WÎ YA HERÎ BALKÊŞ, RÛKENIYA WÎ BÛ

Bavê Hallac Demîr (Rabûn Pirsûs) Cûma Demîr yek ji van e. Bav Demîr bi çavên tijî hêsir qala kurê xwe dike.

Hallac di sala 1992'an de ji dayik bûye. Taybetmendiya wî ya herî balkêş rûkeniya wî ye. Bav Demîr dibêje "Gelekî bi kêf û coş bû" û destnîşan dike, ku ji bo wî ya herî girîng kêfxweşiya hevalên wî bû.

Hallac hê di emrê ku weke zarokatî bê dîtin de, tevî malbata xwe dikeve bin barê jiyanê. Kedkar e. Neçar dimîne dest ji dibistanê berde û dest bi kar dike. Li Edeneyê li înşaetê dixebite û alîkariyê dide malbata xwe.

CIHÊ XWE DI NAVA BERXWEDANA KOBANÊ DE GIRT

Hallac, di sala 2004'an de piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir vegeriya malê û ji malbata xwe re got, ku dixwaze tevlî nava refên YPG'ê bibe. Di vê demê de DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir. Hallac bêteredût yekser derbasî Kobanê bû û li dijî vê çeteya bê esil, cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de girt.

Hallac, piştî rizgarkirina Kobanê ji bo demeke kin vegeriya gundê xwe. Dilê bavê xwe nahêle û alîkariyê dide malbata xwe. Di sala 2015'an de jî careke din derbasî Rojava dibe, ku vê carê naxwaze qet vegere. Û heta kêliya şehîd bibe, cihê xwe di nava hemû pêngavên mezin de digire.

Hallac, di 19'ê Çileya 2017'an de li gundê Siwêdiye yê Reqayê, di dema şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de, di nava yekîneya YPG'ê de cih digirt. Dema dixwest alîkariyê bide hevalekî xwe yê birîndar, şehîd dibe.

Apê wî ku bi şehîdbûna Hallac dihese, agahiyê dide bavê wî. Cûma Demîr dibêje, "Wê rojê dilê min mîna agir pê ketibe, dişewitî. Êşek ketibû nava dilê min. Piştî wextekê birayê min hate cem min û got, Rabûn şehîd bûye."

LI PIŞT TÊLAN ME LI MEASÎMA CENAZE TEMAŞE KIRIN

Piştre êşeke beriya niha qet nehatiye dîtin, xwe dide der. Bav Demîr qala vê êşa bêhempa dike: "Dema ku min bihîst kurê min şehîd bûye, di heman rojê de ez çûm cem qeymeqamê Pirsûsê. Qeymeqam ji min re got, 'Dua bike ku te nagirim, tu qala çi cenazeyî dike'. Min fêhm kir ku nikarim cenazeyê kurê xwe werbigirim. Hevalên li binê xetê ji min re gotin, ku wê cenazeyê kurê min li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê veşêrin. Me bihîst ku merasîma cenaze wê li quntarên Girê Miştenûrê bê kirin. Di sibeha 20'ê Çileyê de, tevî dayik, xwişk û birayên wî em li wesayîtê siwar bûn û hatin cihekî ser sînor ku Girê Miştenûrê baş didît. Me berê xwe dan têlan û li merasîma cenazeyê kurê xwe temaşe kir. Hevalên wî merasîmeke bi heybet ji bo kurê min amade kirin. Gotina êşê têra vegotina vê rewşê nake; li pêşberî we, ku eger hûn dest bi meşê bikin piştî 5 deqeyan hûn li wir in cenazeyê kurê we heye, lê hûn ji neçarî li pişt têlan lê temaşe dikin. Ev êş ne ya gotinê ye."

Bav Demîr diyar kir, Kobanê û çar parçeyên kurdistanê ji bo wan yek welat e, lê ji bo karibe destê xwe bide gora kurê xwe û li ser gora wî Fatîhayekê bixwîne, cenazeyê kurê xwe bîne gund.

JI TÊKOŞÎNA KEDÊ BER BI ŞOREŞA ROJAVA VE

Şervanê MLKP'ê yê ji Pirsûsê Îsmet Şahîn (Armanc Pirsûs) jî li Şehîdgeha Şehîd Dîcleyê radizê. Îsmet jî mîna Hallac di jiyana xwe de bi fedakarî û kedkariyê derketiye pêş. Di sala 1991'ê deli gundê Mizgewriye ji dayik dibe. Hê 14 salî ye, malbata wî li Dîlokê bi cih dibe. Îsmet li Şahînbeyê diçe dibistana lîseyê. Rewşa madî ya malbata wî têrê nake ku du birayan bi carekê ve bide xwendin. Îsmet ji ber vê yekê dest ji xwendinê berdide û ji bo birayê xwe bide xwendin, dest bi kar dike.

Dayik Ferîde Şahîn dibêje, "Ji bo Pirsûs, kêfxweşiya hinekî din her tim girîngtir bû. Her tim bi vî rengî jiya û bi vî rengî jî şehîd bû."

Îsmet li febrîqeyan têkoşîna kedê nas dike. Li taxan cihê xwe di nava rêxistinbûnên karkeran de cih digire. Di nava tevgera şoreşa Rojava de cihê xwe li nava refên MLKP'ê digire. Weke şervanekî MLKP'ê ji bo biratiya gelan û rizgariya bindestan, bi awayekî bêdudil û bêtirs di nava şoreşa Rojava de li dijî mêtîngeriyê li ber xwe dide.

Îsmet di Îlona sala 2015'an de derbasî nava Rojava dibe, lê piştî demeke kin şehîd dibe. Pirsûs di meha Kanûnê de şehîd dibe û nahêlin cenazeyê wî bigihêje malbata wî.

'EZ BANG LÊ BIKIM WÊ DENGÊ MIN BIBIHÎZE, LÊ NIKARIM DEST BIDIM GORA WÎ'

Dewleta Tirk daxwaza malbatê ya rakirina cenaze qebûl nake. Şehîdê MLKP'ê Îsmet Şahîn li gel hevrêyên xwe yên YPG'yî li Goristana Şehîd Dîcle tê veşartin.

Dayik Ferîde dibêje, "Min nekarî cenazeyê kurê xwe werbigirim. Her roj dihelim. Li vê derê, li rex min e. Ez bang lê bikim wê kurê min dengê min bibihîze. Lê belê nikarim destê xwe bidim gora wî. Ev min gelekî dêşîne. Qet nebe ez cenazeyê xwe rakim û gorekê ji kurê xwe re çêbikim, ku karibim kulîlkan deynim ser."